Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ji bo îktidar xwe li ser pêya bigire şer didomîne û got: “Îktidara ku her tim xwe ji krîz û şer têr dike, şer vediguhezîne Rojhilata Navîn dike.” 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe ya Meclisê de axivî û geşedanên di rojevê de nirxand. 
DOZA GEZIYÊ 
 
Bûldan di axaftina xwe de bal kişand ser cezakirina kesên ji Doza Geziyê dihat darizandin û wiha got: “Cezakirina Doza Geziyê bi fermana AKP-MHP’ê pêk hatiye û bêhiqûqiya wan e. Ez li vir Osman Kavala û hemû hevalên din yek bi yek silav dikim û em diyar dikin ku em li pişta we ne. Hûn ne bi tenê ne, wîjdanê demorkatîk ê Tirkiyeyê bi we re ye. Wek ku hûn dizanin dadgerê Doza Geziyê bernamzetê berê yê AKP’ê ye. Dadgerê Doza Kobanê ya kopmlogerî jî endamek çeteyê bû. Di vê tabloya tarî de jî tê xuyakirin ku darazê teslîmî kî kirine. Darazek serbixwe li holê tune ye. Hiqûq nema ye. Êdî dijminek hiqûqî li holê ye. Ev daraza ku radestî AKP’ê bûye biryarên wê nehiqûqî ye. Biryarek siyasî ye.” 
 
‘DIXWAZIN CIVAKÊ BITIRSÎNIN’ 
 
Bûldan girtina 20 endam û rêveberên wan ku dîsa ji Doza Kobanê hatin girtin bi bîr xist û got: “20 hevalên me dîsa bi awayek nehiqûqî hatin girtin. Delîlek li ber çav û di destê wan de tune ye. Dixwazin bi van cezakirin û girtinan civakê bitirsînin. Ya ku li vî welatî zirarê dide civakê, aştiyê, azadiyê, demokrasiyê ûs siyaseta demokratîk îktidar bi xwe ye.” 
 
‘ŞER DIBIN WELATÊN DIN’ 
 
Bûldan polîtîkaya şerê nû ku îktidarê daye destpêkirin bi bîr xist û wiha got: “Hûn dizanin, lingekî din ê şerê ku îktidar berdewam dike, li ser xaka welatê cîran jî didome. Îktidara ku ji bo şerê Ûkraynayê digot, ‘Di şer de serketin nîne’ li aliyê din ê sînor, li Herêma Kurdistanê ku hiqûqa navdewletî ji holê rakiriye dest bi şerek nû kir. Îhmalkirina hiqûqa navneteweyî, ketina nav xaka welatekî cîran, paşguhkirina îrade û mafên serweriya wî welatî ye. Navê vê siyaseta şer e. Em dizanin û dibînin ku îktidara ku her tim bi krîz û şeran têr dike, bi veguhezstina şer ji bo Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn dixwaze vê herêmê hîn bêhtir bêîstiqrar bike û pêşeroja hevpar a hemû gelên herêmê hedef bigire. Bi taybetî jî di hedefa îktidarê de gelê kurd heye. Lê mixabin dê wek her carê bedela vî şerî bi xelkê bidin. Siyaseta şer pirsgirêka kurd kûrtir dike û dê bixe nava xirecirê.
 
BELÊ RAST E ME LI DIJÎ ŞER IN 
 
Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan hefteya bihûrî di axaftina xwe ya koma xwe de digot ‘tenê HDP li dijî operasyonê ye’. Ev gotinên Erdogan di heman demê de dide nîşandan ku muxalefeta siyasî jî ku piştevaniya siyaseta şer dike. Em li vir pir eşkere carek din dibêjin; Hûn wek îktidarê dibe ku rehet bin lê belê rast e em ji vî şerê we aciz in. Tenê ne em xelk jî aciz e. Çimkî şer xelkê me êşkişandî dike û aramiya wan belav dike. Dibe ku hûn rehet bin lê em ji rijandina xwîna ciwanan aciz in. Em carek din dibêjin, em ê dest ji dijderketina şer bernedin. Em ê her tim li dijî şerê we derkevin û em ê her tim aştiyê biparêzin. Êdî viya baş bizanibin. 
 
Werin em hemû bi hev re li dijî pergala talanê û polîtîkayên şer bisekinin û ji şer re bêjin ‘NA’. Em siberojek bêmêtinger, bêşer û wekhev dixwazin. Niha jî dem dema avakirina aştiyê, demokrasiyê û bicihanîna edelatê ye. 
 
POLÎTÎKAYA MUXALEFETÊ 
 
Divê muxalefeta siyasî jî ku dengê xwe ji polîtîkayên şer ên îktidarê re dernaxe, xwe di ber çavan de derbas bike û divê ji polîtîkaya ku temenê îktidarê dirêj bike bireve. Bendewariya gel jî ev e. Heke ku hûn siberokek hevpar dixwazin baixivin, divê hûn li dijî polîtîkayên şer derkevin û li kêleka aştiyê cih bigirin. 
 
ŞER XELKÊ TIRKIYEYÊ FEQÎR KIR 
 
Şer û oprasyonan hin bêtir xelkê Tirkiyeyê feqîr kir. Binêrin dane û reqemên lêçûyîna şer li holê ne. Tam trîlyonek û 450 milyar TL bihayê bacê ye. Ev bac li ser şer, faîz û rantê tê xerckirin. Her guleyek tê berdan, her bombeyek tê teqandin, dibe sedema feqîrî, birçîbûn û bêkariyê. Îktidar li ser baca xelkê şerê xwe didomîne. Heke ku em li dijî vî şerî bibin yek û em hev bigirin, em ê bi ser bikevin.”
 
1’Ê GULANÊ 
 
Bûldan bal kişand ser pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran û xwest her kes bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê tevli pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibe û vê rojê li tevahiya karker û kedkaran pîroz kir. 
 
 

Sernavên din

30/04/2022
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn