DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koça, diyar kir ku dê li pêvajoya aştiyê xwedî derkevin û ji bo xurtkirina demokrasiyê têbikoşin.
23’yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku bi dirûşma “Dêrsim jiyan e; dest nede xwezaya min, vîna min, zimanê min, baweriya min” di roja xwe ya 3’yemîn de didome. Panela bi sernava “KHK, îxrac û geşedanên siyasî” li Kolana Hunerê bi moderatoriya Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê ve hate lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Afyer Koçak, diyar kir ku têkoşîna kedê parçeya herî girîng a pêvajoya demokrasiyê ye û 135 hezar mexdûrên KHK’ê bibîr xist.
Ayfer Koçakê, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin û ev tişt got: “Ji aliyekî ve qala aştiyê tê kirin û ji aliyê din de jî şaredar, ciwan tên girtin. Mercên ku aştî lê tunebe demokrasî ne pekan e. Şer herî zêde zirarê dide karkeran. Avakirina mercên aştiyê berpirsiyariya me ye. Em ê xwedî li pêvajoya aştiyê derbikevin û ji bo xurtkirina demokrasiyê bixebitin.”
PIRSGIRÊKÊN KHK’Ê
Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) Mehmet Siddik Akin, rave kir ku rewşa KHK’ê li milyon û nîv kesan bandor dike. Akin ev tişt got: “Ji tenduristiya civakî tenduristiya siyasî pêwîst e. Şer tenê ne li ser axê di leşê mirov de jî pirsgirêkan çêdike. Ji ber vê yekê ne tenê bi agirbestan divê hevrûbûna civakî, hevrûbûna bi heqîqetê ve pêvajoya aştiyê bê kirin.”
Panel piştî pirs-bersîvan bi dawî bû.