AGIRÎ – Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku di konferansa li Bazîdê de axivî, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye dermanê Kurdan kongreya neteweyî ye û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew kongre dê pêk were.
Rûniştina sêyemîn ya Konferansa “Girîngiya Yekîtiya Kurd” ku ji aliyê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ve li navçeya Bazîd a Agiriyê tê lidarxistin, destpêkir. Di vê rûniştinê de Berdevkê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Hevserokê HDP’ê yê Giştî Cahît Kirkazak, Serokê DDKD’ê Halîm Îpek, Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir, Endama MYKê ya PÎA’yê Menîce Rumeysa Gulmez û Endamê MYK’ê yê Partiya Azadiyê Cemal Satî bi moderatoriya Dîba Keskîn li ser mijara “Hewce ye Kurd Li Gel Van Geşedanan Çawa Tev Bigerin” guftûgo kirin.
‘ÇAVÊN KURDAN LI SER ROJAVA YE’
Ewilî berdevkê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek axivî û got: “Çavê her çar parçeyên Kurdistanê û dijminan li ser xweseriya Rojava ye. Beriya salekê hevdîtina dewletê û Ocalan destpê kir û Ocalan jî PKK’ê jî gavên xwe avêtin. Çend daxwazên gelê Kurd ên lez hene û divê dewlet jî van daxwazan bi cih bîne. Bila hebûna miletê Kurd qebûl bikin û Kurd jî weke her miletekî cîhanê heye û neteweyek e.”
‘HER BIHOSTEK AXA KURDISTANÊ YA HEMÛ KURDAN E’
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak jî wiha got: “Desthilatan Kurd parçe parçe kirin û taybetî ev yek bi hêzên olî kirin. Lê Kurd niha li dijî vê parçebûnê bi pêşengtiya jinan têdikoşe. Niha Kurdistan yek parçe ye. Kurdan tiştên girîng pêk anîn û niha tiştên gelek biçûk mane. Wê ev mesele jî bên çareserkirin. Her bihosta axa Kurdistanê warê her Kurdekê ye. Birêz Ocalan ji bo yekitiya Kurdan gelek xebat meşandin û niha jî pêşengtiya aştiyê dike. Hêza me Kurdan xîreta me ya girêdayî azadiyê ye.”
Serokê DDKD’ê Halîm Îpek, ev tişt got: “Di dîrokê de heta îro tifaqa Kurd bûye pirsgirêk. Roja Mazlûm Ebdî çû Hewlêrê û bi Mesût Barzanî re hevdîtin kir, li Rojava konferansa yekitiyê hat lidarxistin. Ez bawerim ku ev pêvajo dê deriyê çareseriya pirsgirêka Kurdan veke.”
‘DERMANÊ KURDAN KONGREYA NETEWEYÎ YE’
Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir jî wiha axivî: “Ev ax paytexta mirovahî, dîrok û çandiniyê bûne û gelê Kurd pêşengê mîrateya mirovahiyê ye. Îro, têkoşîn û xeyalên nirxên Kurd ên neqediyayî bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne temamkirin. Ev têkoşîn 52 sal in ne bi rêya eşîrî, herêmî an malbatî, lê bi hişmendiya neteweyî, demokratîkbûn û xwişk û biratiyê berdewam dike. Têkoşîna azadiya Kurd, bi pêşengiya PKK’ê de daxwaza çareserkirina pirsgirêka Kurd kir. Wan her tim diyar kirine ku dawiya vî şerî danûstandin e. Ger tenê hêzên şerker ên Kurd bibin yek, ew ê bibin sêyemîn hêza herî mezin a Rojhilata Navîn. Parçebûn û nebûna yekîtiyê rê nade vê yekê. Birêz Ocalan dibêje ku dermanê Kurdan kongreya neteweyî ya Kurd e. Çi dibe bila bibe, ew kongre dê di dawiyê de pêk were. Her çend 100 sal in di navbera me de zehmetî hebin jî, em ê bigihîjin vê rastiyê û Kurd dê bibin yek. Bingehek ji bo yekîtîyê di navbera Kurdan de heye. Birêz Ocalan bernameyek pêşkêşî me dike, divê em nirxê wê bizanin û li gorî wê tevbigerin.”
‘DIVÊ KURD HÊZA XWE MEZINTIR BIKIN’
Endama MYK’ê ya PÎA’yê Menîce Rumeysa Gulmez jî da zanîn ku rengîniya civaka Kurd hêza wan e, lê belê Kurd vê yekê li dijî hev bikartînin. Menîce Rumeysa Gulmez, bi lêv kir ku divê Kurd yekitiya xwe mayînde bikin û hêza xwe mezintir bikin.
Endamê MYK’ê yê Partiya Azadiyê Cemal Satî jî ev tişt got: “Em behsa yekitiyê dikin, lê yekitî çawa pêk tê? Em nikarin li ser bawerî, îdeolojî hwd. yekitiyê ava bikin. Ji ber ku li Kurdistanê gelek bawerî, ol û beşên cuda hene
Yekitiya Kurdan li ser ziman û cûdahiyên Kurdan e.”
Piştî axaftinan konferans bi dawî bû.