'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'

  • rojane
  • 18:27 29 Nîsan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN- Partiya Çepên Kesk k udi çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi jinan re civiya got: “Jin, dê AKP’ê bikin partiya tabelayê.”

Partiya Çepên Kesk, li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne.

KOCAELÎ

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Daricayê ya Kocaeliyê bi jinan re civiya. Civîna bi jinan re li büroya hilbijartinê ya li Taxa Kazimkarabekirê çêbû. Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, namzetên Partiya Çepên Kesk ên Kocaeliyê Serpîl Topal, Selda Îlgoz Koçyîgît, Kûdret Davûtoglû, Fatma Yildirim, Zelîha Goksûguzel û Eylem Arzû Kayaoglû û gelek kes tevlî civînê bûn.

Derdora büroya hilbijartinê ya Daricayê bi alayên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin. Di vekirina buroyê de dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Liv ir ewilî Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Aynûr Santo axivî. Santoyê êrişa duh li büroya wan hat kirin şermezar kir. Santoyê bilêv kir ku ew natirsin û got ku dê di 14’ê Gulanê de li ser sindoqan hesab bipirsin û vê ferasete di sindoqan de bifetisînin.

‘RÊYA ME RÊYA SÊYAN E’

Paşê Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Arzû Eylem Kayaoglû axivî. Kayaoglûyê bal kişand ser kuştina jinan û êrişên li ser Dayikên Şemiyê. Kayaoglûyê bertek nîşanî girtina Namzeta Kocaeliyê Ayten Donmezê jî û got ku Donmez bi fermana Suleyman Soylû hatiye girtin.

Kayaoglûyê got: “Em jin û ciwan em ê hesabê herî mezin di 14’ê Gulanê de li ser sindoqan bipirsin. Rêya me, Rêya Sêyan e û ev rê rêya komara demokratik e.”

Paşê Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca axivî. Ûcayê bal kişand ser operasyona li hemberî çapemeniyê û got ku dê li ber zextan serî netewînin. Ûcayê destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartinên dîrokî ne û êrişa li ser büroya hilbijartinê ya jinan şermezar kir. Ûcayê bilêv kir ku jin dê AKP’ê bikin partiya tabelayê û got ku jin dê bilêta AKP’ê bibirin.

Ûcayê di dawiyê de bilêv kir ku ew ê li her derî bibêjin “jin, jiyan, azadî” û ew jin dê pênûsa Nagihan Akarselê li erde nehêlin.

Piştî axaftinan jinan bi tilîlî û çepikan büroya hilbijartinê vekir. Piştî vekirina buroyê govend hat gerandin.

Polîsên ku coşa gel tamûl nekirin, piştî çalakiyê jina bi navê Halîme Şik (80) ji berk u temziya kesk û sor û zer daye sere xwe binçav kirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Çayirovayê. 

ANTALYA

Partiya Çepên Kesk li Antalyayê jî bênavber dixebite. Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Antalyayê Canan Çalagan û gelek endamên partiye li Komeleya Çerkezan a Antalyayê bi jinan re civiyan. Şande li vir bi eleqeyeke mezin ji aliye jinên çerkez ve hat pêşwazîkirin.

Çagalan li vir guh li pirsgirêkên jinên çerkez kir û got ku çerkez jî rastî cihêkariyê tên.

Çalagan ji bo ku çerkez di qada siyasî de berbiçav bibin doza piştgiriyê li çerkezan kir û got: “Em ê ji bo nasnameya jinên çerkez bixebitin.”  

Piştî axaftinan xwarinên herêmî yên aîdî çanda çerkezan hatin îkramkirin. 

SEMSÛR

SEMSÛR - Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Alî Kenanolû ku di vekirina buroya hilbijartinê ya navçeya Samsadê de axivî balkişand ser binçavkirinên dawî û got: "Ji bo desthilatdariya xwe ya zilimkar bidomînin hertiştî dikine. Lê çi dikin bila bikin em ê wan di 14'ê gulanê de bişînin."
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag û Bulent Çinar ve li navçeya Samsadê buroya hilbijartinê vekir. Şeniyên taxê ku li ber buroya hilbijartinê kom bûbûn, bi çepik û tilîliyan vekirina buroyê pîroz kirin.
 
Di destpêke de namzetê parlamenteriyê Bulent Çinar axivî. Çinar anî ziman ku Samsad bi dîroka xwe navçeyeke kêvnare ye û wiha got: "Samsad ku beriya mîladê 50 hezar nufusa wê hebû, lê niha 7 hezar nufûsa wê heye. Ev yek jî nîşan dide ku dîroka Samsadê nehatiye parastin."
 
Piştre jî namzetê parlamenteriyê Îzzet Karadag axivî û bal kişand ser erdheja ku di sala 2017'an de li Samsadê çêbû û ev tişt gotin: "Lê tevî 6 salan jî xaniyên mexdûrên erdhejê yên Samsadê nehatine çêkirin. Desthilata AKP-MHP'ê niha jî dibêje ku em ê li Semsûrê xaniyên mexdûrên erdhejê çêbikin, lê ji rewşa Samsadê jî diyar e ku ev yek derew e."
 
Herî dawî jî namzetê parlamenteriyê Alî Kenanoglû axivî. Kenanoglû jî diyar kir ku li Samsadê hê jî xaniyên mexdûrên erdheja sala 2017'an nehatine çêkirin û wiha got: "Lê tevî ku ev rastî li holeyê desthilata AKP-MHP'ê dibêje em ê pediviya xaniyan ên maxdurên erdhejê dabin bikin. Ji ber vê, em hêviya tu çareseriyê ji vê desthilatê nakin. Jixwe ev desthilat wê 14'ê gulanê de biçe, em ê wê bişînin. Ji ber vê jî îro dîsa operasyon û binçavkirin çêbûn, ji bo desthilatdariya xwe ya zilimkar bidomînin her tiştî dikin. Lê çi dikin bila bikin em ê wan di 14'ê gulanê de bişînin."
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin.

MÛŞ

Li Mûşê jî namzetê bajêr Sezaî Temellî li gundên girêdayî navenda bajêr û namzet Sumeyye Boz jî li gundên navçeya Kopê û Serhat Dûrsûn jî li gundên Gumgumê hevdîtin bi gel re kirin. 

 

Sernavên din

02/05/2023
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin
12:43 Ji Wezareta Karên Hundir pergala ‘şopandina hilbijartinê ya paralel’
12:42 Dozgeriyê dest bi îfadeyên rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz kir
12:34 Li Hezexê 19 binçavkirî hatin berdan
12:24 Qedexeyên roja hilbijartinê eşkere bûn
12:06 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê ye: Em ê di 14’ê Gulanê de mezintirîn govendê bigirin
11:46 201 kesên di 1’ê Gulanê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Peyamên ji qadên 1’ê Gulanê: Gel dê di 14’ê Gulan dê qedera xwe diyar bike
11:18 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Herî kêm 17 kes hatin binçavkirin
11:15 Bîra salên 90’î ‘Emîn Abê’ di rêya Meclisê de ye
11:03 Li dijî Partiya Çepên Kesk êrişa nijadperest: Ne êrişkar lê şofêrê wesayîtê hat binçavkirin
11:01 Di mehekê de hezar û 81 caran bombebaran
10:52 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
10:19 Qedexeya li gundên Çiyayê Bagokê hat rakirin, tevgera leşkerî didome
10:06 Ji bo gundê elewî rê nîne!
09:47 Qeyûm, walî û qeymeqam ji bo propaganda AKP’ê li qadan e
09:18 Li gundên Nisêbinê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:17 Li Semsûrê li dibistanên xesardîtî perwerdehî!
09:01 Bertek nîşanî namzetê AKP'ê yê fuzehez dan: Em ê nehêlin dijminê kurdan bên hilbijartin
09:01 Waliyê Şirnexê tevî cerdevanan ji bo AKP'ê li dengan digere!
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2023'YAN
08:25 Ji Hevseroka DFG’ê Mufutoglû xebatên rojnamevaniyê hatin pirsîn
01/05/2023
22:57 Tê payin ku rojnamevanên di binçavan de sibê sewqî edliyeyê bên kirin
22:24 Li Rihayê ciwan ji bo Partiya Çepên Kesk li hev kom bûn
19:39 HDP: Em rê nadin dezgehên qirêj û provokasyonan
19:31 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 1’ê Gulanê
19:18 Li Kolik û Çewligê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
19:12 Li Çewligê 1'ê Gulanê
18:36 Rojanemavn Gok navnîşana girtîgeha ku tê de ye parve kir
17:15 Kedkaran li Amedê bang kir: Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere
16:23 Kedkar li Qada Tandogan in: Em ê li dijî faşîzmê mil bidin milê hev
16:07 Li Mêrsîn û Edeneyê coşa 1’ê Gulanê
16:05 'Roja wê hat, dewran guherî, em ê vê pergalê biguherînin’
14:52 Li Qada Gundogdûyê 1’ê Gulanê: Tayîp wê biçe ev kar wê biqede
13:55 Li Dêrsimê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Em ê bi hev re biguherînin
13:53 Li Şirnexê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin: Keda me dê serbikeve
13:46 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê: Ked a me ye, siberoj a me ye
13:32 Bi deh hezaran kes dimeşin Maltepeyê: AKP wê têk biçe, kedkar wê bi ser bikevin
13:12 Îfade wergirtina rojnamevanên di bin çavan de dest pê kir
12:59 Keskîn Bayindir: Em ê bi berxwedana karker û kedkaran vê îktidarê bişînin
12:28 Operasyona leşkerî ya li herêma Omeriyanê didome
12:27 Ji rojnamevanên girtî peyama 1’ê Gulanê: Faşîzm wê têk biçe
12:06 Berxwedana ji bo Taksîmê: Tevî rojnameger Kuray, 39 kes hatin binçavkirin
12:05 Ferît Şenyaşar: Em ê bibin dengê 301 madenvanan
11:54 Îşkenceya li dijî rojnamevan Yilmaz hate gilîkirin
11:52 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Em ê di 14’ê Gulanê de desthilata faşîst bişînin
11:44 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
11:42 Li Dêrsimê meşa 1’ê Gulanê
11:35 Bajar bi bajar qadên 1’ê Gulanê
11:17 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
11:07 DÎSK’ê çelenk danî li ber Bîrdariya Taksîmê
11:07 Ji Demîrtaş peyama 1’ê Gulanê: Dê karker û kedkar dawî li vê desthilata talanker bînin
10:59 Parêzerên hatin berdan: Ji bo têkçûna desthilatê em ê ewlehiya sindoqan biparêzin
10:56 Xwebûn bi manşeta ‘Faşîzm dê têk biçe’ derket
10:54 Namzetê Partiya Çepên Kesk Îpekçî: 14’ê Gulanê dê bibe hilbijartina azadkirina rojnamevanan
10:30 Polîsan êrişî kesên dixwestin biçin Taksîmê kirin: 6 kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo teqawidiyan banga 14’ê Gulanê: Xwedî li pêşeroja xwe derkevin
10:11 Endamê Koma Mûnzûr Gungoren: Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng
10:03 Rojnamevanên jin: MKGP navnîşanek girîng a piştevaniyê ye
09:57 Li Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
09:36 Banga ji bo mitînga Denîzliyê ya Partiya Çepên Kesk
09:33 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozan: Em ê li Mêrsînê dengên xwe ji sedî sed zêde bikin
09:07 Partiya Çepên Kesk dest bi xebatên mîtînga Tekirdagê kir
09:00 Ji bo xemsariya karesatê veguhere 'doza komkujiyê' gilî kir
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2023'YAN
30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan