Pekoz: Divê HEDEP li bajarên rojava şaredariyan bixwaze

  • rojane
  • 10:20 28 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Pisporê siyasetê Dr. Mûstafa Pekoz diyar kir ku AKP dibe ku hinek deverên lê qezenc bike bide HUDA-PAR’ê û wiha got: “Hêza diyarker HEDEP e û divê bajar bi bajar amadekariyên xwe bike. Divê li ser bingeha hevkariyê, li rojava hinek şaredariyan bixwaze.” 
 
Bala hemû partiyên siyasî li hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2024’an e. Nayê zanîn bê ka partiyên berê hevkarî kirin dê di vê hilbijartinê de jî tifaqê çêbikin an na. Lê di halê hazir de wisa dixuye ku AKP û MHP dê dîsa tifaqê bikin. Lê Tifaqa Milet a ku CHP serkêşiya wê dike, di nava nediyariyekê de ne. Hêj ji wan tu partiyan stratejiyek eşkere nekiriye. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ku “Rêya Sêyemîn” esas digire, dê di van hilbijartinan de li şûna stratejiya “Qezenc bike-bide windakirin”, dê stratejiya “Qezenc bike-qezenc bike” bisekine. Li gorî vê dê partî li hemû deverên yekemîn û duyemîn derdikeve bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê. Dê stratejiya bajarên metropolan jî di pêvajoya pêş de bê eşkerekirin. 
 
Pisporê siyasetê Dr. Mûstafa Pekoz têkildarî girîngiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî û rewşa partiyan ji ajansa me re axivî. 
 
‘HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ GELEK GIRÎNG IN’
 
Pekoz, bal kişand ser girîngiya rêveberiyên herêmî û wiha got: “Rêveberiyên herêmî bandoreke mezin li polîtîkaya welêt dikin lewma girîng in. Gel li pratîka partiyan dinêre û ev yek bandorê li hilbijartinên giştî dike.”
 
Bi domdarî Pekoz diyar kir ku heke îktîdara AKP’ê şaredariyên Enqere û Stenbolê bi dest nexe û hinek şaredariyên din jî winda bike, serkeftina Erdogan a di hilbijartinên serokkomariyê yên 28’ê gulana 2023’yan de dê pir zehmet bibe. Pekoz, wiha dom kir: “Dê êdî qala serkeftineke teqez a AKP’ê neyê kirin û ji ber krîzên aborî, otorîterbûn û hwd. jî bi lez û bez ber bi hilbijartinên giştî ve biçe. Lewma AKP-MHP dê ji bo bidestxistina şaredariyên Enqere û Stenbolê tevahiya hêza dewletê bi kar bînin. Çendek dane nîşan didin ku dê AKP û MHP di vê hilbijartinê de bi hev re tevbigerin. Erê rast e di navbera wan de pirsgirêkên cidî hene û dê di pêşerojê de rê li ber geşedanên cidî vekin lê di halê hazir de dê di vê hilbijartinê de tifaq bin. Qezenckirina Enqere û Stenbolê ji bo wan girîng e. Heke qezenc bike dê ji hêla psîkolojîk ve serdest bibin û ji mijara destûra bingehîn heta dîzaynkirina darazê dê di gelek mijaran de pir rehet tevbigerin. Lewma Erdogan ji kanûnê ve zêde bala xwe dide ser Enqere û Stenbolê.” 
 
‘AKP HEWL DIDE KURDÊN ‘XEYÎDÎ’ BIBE SER SINDOQAN’
 
Di berdewamê de Pekoz qala stratejiya AKP’ê ya li dijî hilbijêrên kurd kir û ev tişt anî ziman: “Di hilbijartinên 2019’an de sedema windakirina AKP’ê ya li Stenbol, Mêrsîn, Antalya, Edene û Hatayê tercîha hilbijêrên kurd bû. Di halê hazir de tu nîşaneyên bidawîkirina polîtîkaya tesfiyekirinê ya AKP’ê ya li dijî kurdan nînin. Lewma ji bo hilbijêrên HEDEP’ê tu stratejiyeke wê tune ye. Ji bo vê divê bi nûnerên wê yên polîtîk re hevdîtinan bike lê tiştekî wiha niha nîne. Tê zanîn ku gelek hilbijêrên kurd ên li Stenbolê û deverên din deng didan AKP’ê, di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2019’an û di yên giştî yên sala 2023’yan de dengê xwe neavêtin. Yek ji stratejiya AKP’ê jî dê bibe ev kurd. Xuya dike ku AKP ji bo vê xebateke mezin dike û hewl dide wan bibe ser sindoqê.” 
 
PLANA AKP’Ê YA JI BO HUDA-PAR’Ê
 
Têkildarî polîtîkaya AKP’ê ya li bajarên Kurdistanê jî Pekoz ev nirxandin kir: “Plana wê ya ewil ew e ku şaredariyên heyî biparêze û yên qeyûm lê hatine tayînkirin jî bi dest bixe. Di pişperdeya plana xwe de jî hewl dide HUDA-PAR’ê li herêmê bêhtir xuyanîtir bike. Ji bo vê jî dê hinek şaredariyên bi dest dixe bide HUDA-PAR’ê. Bi vê yekê re hewl dide hevsengiya polîtîkaya li bajarên kurdan ji hêla HEDEP’ê ve xera bike. Ev plan, ne planeke demkî ye. Her ji niha ve bi destê dewletê hewl didin bingeha hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2029’an ava bikin. Anku stratejiya AKP’ê, bi taybet jî li ser MHP û HUDA-PAR’ê hatiye teşegirtin. Heke AKP di anketan de encama dixwaze nebîne, dibe ku li deriyê HEDEP’ê bixe.” 
 
HEDEP DÊ BI MUXALEFETÊ RE ÇAWA TEVBIGERE? 
 
Pekoz, têkildarî tifaqeke îxtîmalî ya di navbera CHP û HEDEP’ê de jî wiha got: “Heta ku polîtîkayeke şefaf û eşkere neyê kirin dê kurd dengê xwe nedin wan. Anku divê CHP mîna bi partiyên din ên tifaqê re, bi HEDEP’ê re jî li pêşberî raya giştî hevdîtinan bike. Weke mînak, rêjeya dengê HEDEP’ê ya li Stenbolê derdora ji sedî 9-12 e. Ev rêjeye tê wê wateyê ku kurd dikarin hilbijartinê bidin qezenckirin an jî windakirin. Hemû şaredariyên bajarên mezin ên CHP’ê di 2019’an de qezenc kirî bi saya dengên HEDEP’iyan bû. Heke li Stenbolê kurdan piştgirî nedabûna Îmamoglû bi ser nediket. Lewma CHP û Îmamoglû li gorî vê rastiyê tevbigerin. Heke hêj di hişê ‘kurd dê ji xwe deng bidin me’, xwe dixapînin. HEDEP kê nîşan bide hilbijêrên wê dengê xwe bidin wî/wê. Divê her kes li gorî vê rastiyê tevbigere.” 
 
STRATEJIYA HEDEP’Ê
 
Bi domdarî Pekoz anî ziman ku hêza herî girîng a ku dê encamên hilbijartinê diyar bike HEDEP e û wiha pê de çû: “Hem îktîdar hem jî muxalefet bi vê dizane. Em dibînin ku stratejiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya HEDEP’ê li gorî ya sala 2019’an pir guherî ye. Stratejiya 2019’an ew bû ku li bajarên kurdan hejmara şaredariyan zêde bikin û li rojava bi AKP’ê bidin windakirin. A rast ev stratejî bi ser ket. Lê di vê hilbijartinê de dest ji vê stratejiyê berda. Xuyaye ku dê HEDEP ji bo hevdîtinên bi îktîdar û muxalefetê re vekirî ye û taktîkeke zelal dimeşîne. Wisa xuya dike ku dê tiştên ji raya giştî veşarî nekin. Di piştperdeya hevdîtinên bi AKP’ê re de mijarên stratejîk ên weke pirsgirêka kurd heye. Lê di hevdîtinên bi muxalefet û CHP’ê re dê rasterast şaredarî derkevin pêş.” 
 
‘DIVÊ HEDEP BANDORA XWE YA POLÎTÎK BIDE HÎSKIRIN’
 
Pekoz, axaftina xwe wiha qedand: “Di stratejiya polîtîk a HEDEP’ê de demokratîkkirina Tirkiyeyê heye. Nîviya hilbijêrên HEDEP’ê li metropolan e. Lê li gorî vê rastiyê bandoreke polîtîk a têrker nake. Lewma hewl dide di pêvajoya pêş de xwe li bajarên rojava bide hîskirin. Weke mînak; heke di navbera CHP û HEDEP’ê de hevdîtin çêbibin, dê hewl bide qadên ku polîtîkayên xwe lê pratîze bike bide avakirin. Rêya vê ya esasî jî daxwaza birêvebirina hinek şaredariyan e. Ji bo ku HEDEP li bajarên rojava bandora xwe ya civakî bide hîskirin, divê bazariyên bibandor bike. Ji bo vê jî divê bajar bi bajar amadekariyên xwe bike. Divê li bajarên weke Stenbol, Edene, Mêrsîn, Hatay, Antalya, Kocaelî, Bursa, Aydin, Mûgla û hwd. planên polîtîk bike û daxwazên xwe şênber bike. Li Stenbolê divê navçe bi navçe xebatan bike û daxwazên xwe bike rojev. Li gorî min tiştekî bi aqilane nîne ku tifaqeke li tevahiya welêt derbasdar bê avakirin. Tifaqên li gorî bajar û navçeyan bêhtir biaqilene ne. Lewma divê HEDEP demek beriya demekî bajar û navçeyên ku hilbijêrên wê lê zêde hene tespît bike û ji bo hevkariyê daxwazên şênber deyne holê.” 
 
MA / Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

04/12/2023
10:26 Rêxistinên çapemeniyê: Ji bo 3 rojnamegerên girtî azadî
10:19 Rojnameger Gok ji ber pirtûka di salên 1800’î de hatiye nivîsandin tê darizandin!
10:11 Xwişka girtiyê di çalakiya grevê de: Êriş lê hate kirin, her derê wî reş û şîn e
09:54 Tanhan ê dema li ber mirinê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
09:29 Greva birçîbûnê di roja 8’an de didome
09:26 Ji edîtorê Rojnewsê 41 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Parêzerê ku polîs milê wî şikand serpêhatiya xwe vegot
09:11 ‘Em ê li ser sindoqan bersivê bidin kesên vîna gel nas nakin’
09:07 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê têkoşîn bê mezinkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2023'YAN
03/12/2023
20:03 HEDEP dê biryarên xwe yên pêvajoya hilbijartinê sibê aşkere bike
19:12 Şandeya jinan bi jinên endamên Partiya Komunîst re civiyan
18:43 Li Misircê 2 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
18:28 Ciwanên HEDEP’î bi lêdanê hatin binçavkirin
17:11 Ji girtiyên li dijî binpêkirinan derketin re cezayê hucreyê birîn
17:02 Amedspor li hemberî Kastamonu Sporê 1-2 têk çû
16:58 Li Kerboranê bi ser malan de hate girtin: Kesek hate binçavkirin
16:50 Hevserokên nû yên Komeleya Lêkolînên Kurdî diyar bûn
16:42 Çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan diyarî girtiyên nexweş hatin kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Edeneyê bi ciwanan re civiya
15:50 ‘Divê em xwedî li girtiyan derkevin û barê wan sivik bikin’
15:39 Ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê ‘Bazara Pevguhertinê’
15:30 Turk: Têkoşîna me têkoşîna azadiyê ye
Aydenîz: Heta tecrîd bi dawî nebe dê azadî neyê
15:03 Li Amedê agir bi otobûseke rêwiyan ket
14:59 Rewşa Makbûle Ozer dê sibe zelal bibe
14:58 Di wesayîta li Kerboranê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin de teqîn çêbû
14:48 Şîna Azad Satilmiş ê cenazeyê wî di qutiyê de hatibû dayîn bi girseyî hat ziyaretkirin
14:39 Rapora girtiyên nexweş: Rewşa wan giran dibe
13:42 Yuksekbag û Okali ên bi hev re hatibûn girtin piştî 30 salan bi hev re hatin berdan
13:32 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Parlamentoya Norveçê de ye: Divê CPT rapora xwe biweşîne
13:16 Hatîmogûllari: Divê kotaya îstîhdamê ya ji bo astgengdaran ji sedî 10 be
12:25 Hejmara 3’yan a Bûltena Tecrîdê derket
12:01 Li Mûşê bi ser malan de hate girtin
11:55 OHD: Tecrîdê bi dawî bikin, daxwazên girtiyan bi cih bînin
11:12 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Yên ku çavkaniya wan heqîqet, tune nabin
10:51 Ji bo 3 rojnamegerên girtî dê li 3 bajaran daxuyanî bên dayîn
10:46 MYK’a HEDEP’ê bi rojevên girîng civiya
10:39 Ji edîtorê Rojnewsê Ehmed 40 roj in tu agahî nayên girtin
10:39 Kovara Jinê bi berga ‘Karesat jî di nav patriyarkayê de ne’ derçû
10:28 Tîryakî: Dê li 200 navendan pêşhilbijartin bên kirin
09:47 Greva birçîbûnê di roja 7’an de didome
09:36 Rêvebereke din ê rêxistina sûc li Stenbolê hate girtin
09:09 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Em nikarin çayekê jî vexwin
09:07 Banga ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû, Gok û Yilmaz: Em ê rojnamegeriyê biparêzin
09:05 Qeyûmê bajêr qedandî vê carê jî çav berdaye boriyên binerdê
09:04 ‘Greva birçîbûnê peyamek e ji dînamîkên civakî re'
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2023'YAN
02/12/2023
19:55 Rapora meha Mijdarê ya DFG'ê: Di 52 dozan de 93 rojnameger hatin darizandin
17:33 MYK’â HEDEP’ê ji ber mijarên sereke sibê dicive
17:19 Mitînga KESK’ê ya Kartalê: Ne budçeya sermayeyê ya gel
16:50 Parlamenterê HEDEP’ê Ocalan: Çavê kurdan li Îmraliyê ye
16:42 ‘Girtiyê nexweş Akbaba yê 31 sal in girtî ye nayê darmankirin’
16:13 'Parastina Dayikên Şemiyê parastina mafên mirovan e'
15:48 Çevîrmen: ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da girtiyê dikeve diyalîzê
15:19 Kekê wî di bin çavan de qêrîna wî bihîst, 29 sal in aqûbeta wî nayê zanîn
14:58 ÎHD'ê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsî
14:50 Girtiyên di çalakiyê de peyam şandin: Dem dema ji polîtîkayên şer re bêjin “na” ye
14:26 Cenazeyê Ozbey a li herêma Marûnisê jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin
14:03 Mitînga herêmî ya Amedê ya KESK’ê: Em bi 'jin, jiyan, azadî'yê li vir in
13:55 HEDEP’ê ji bo kongreya Mêrdînê banga tevlibûnê kir
13:54 Ji bo Ozer a 81 salî bang kirin: Bila pêvajoya ATK’ê jinûve dest pê bike
13:09 Komeleya Ekolojiyê dê ‘Bazara Pêvguhertinê’ li dar bixe
13:02 Serdana malbata Elçîçek kirin
12:46 39 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
12:24 Yuksekbag ê 30 sal in girtî bû hate berdan
11:52 Li Bedlisê zêdetirî 50 kesan hatin girtin
10:33 Îsraîl ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir
10:15 Kuçukbalaban: Heke tecrît dom bike wê gengeşiyên civakî derbikevin
09:56 Girtî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin
09:54 Gerînendeyê Weşana Giştî yê Evrenselê yê nû bû Hakki Ozdal
09:41 Dayika ku cenazeyê keça xwe di kartonê de wergirt: Dewlet çi bike ji tirsa xwe dike
09:20 Di ser bombekirina Ozgur Ulkeyê re 29 sal derbas bûn: Ev agir sînor jî derbas kirin
09:17 Qeyûm 20 milyon TL lê xerc kir, paşê bêheq dewr kir
09:13 Siyasetmedaran ji bo greva birçîbûnê bang kirin: Bibin dengê wan
09:09 Çalakiya girtiyan di roja 6'emîn de didome: Daxwazên wan daxwazên me ne
09:07 Qeyûmê Êlihê di 2 salan de bi bihayê 34 milyon TL'yî 3 îhale dane heman şîrketê
09:04 Parêzerê Eser ê ku polîs ew kuşt: Cezayê heq kiribû nehat birîn
09:02 Ji Hevdîrektorê MLSA'yê Ok banga ji bo danişînên rojnameger Yilmaz, Muftuoglû û Gok
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2023'YAN
01/12/2023
22:17 Lîstika “Çinûr” promiyera xwe kir
19:36 Agirbest bi dawî bû: 109 filistînî hatin kuştin
17:07 Nerazîbûnên li dijî biryara girtina ji peywirê: Em bi TTB'ê re ne
16:25 Di Nobeta Aştiyê de banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
16:06 Dê mutalaya doza Modernîteya Demokratîk were amadekirin
15:55 Turkdogan: Bedelê neçareserkirina pirsgirêka kurd 4 trîlyon dolar e
15:50 Girtiyê ji sedî 90 astengdar ji bo Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye
15:45 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî di roja 5’an de didomin
15:37 HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da
15:26 Hevdîtinên mûçeya kêmtirîn taloqî 11’ê kanûnê hatinkirin
15:23 Ji girtiyê xwest tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe 135 hezar TL xwestin
14:00 Doza li Komîteya Amadekar a Newrozê hatibû vekirin hat taloqkirin
13:47 Kesên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin sewqî Mûşê hatin kirin
13:45 Cenazeyê Elçîçek ku di qartonê de radestî malbata wê kirin hate definkirin
13:03 ATK’ê ji bo Ozer a 81 salî û nexweş got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
12:38 Leşkeran barîkat danîn ber karkerên li ber xwe didin
12:12 Gelê Amedê piştgirî da Mizrakli: Em ê li ser sindoqê bersivê bidin
12:01 Bakirhan: Kesên kurdan qebûl nekin dê teqez li ser vê axê winda bikin
11:56 Malbata Ocalan û vasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:55 Ji bo Can Atalay cara duyemîn serî li AYM’ê dan
11:35 Li Bedlîsê 22 kes hatin girtin