AMED - DFG’ê 3’yemîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist. Kesîra Onen û Selman Çîçek wek hevserokên nû yên komeleyê hatin hilbijartin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) 3yemîn Kongreya Asayî pêk anî. Kongre bi dirûşma “Çapemeniya Azad Civaka Azad” li eywana Navenda ÇandAmedê pêk anî. Hevserokê Partiya Herêmen Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, hevşaredarên Bajarê Mezin û navendê yên Amedê, endam û nûnerên saziyên civakî, dayîkên aştiyê û gelek rojnameger tev li kongereyê bûn.
Wêneyên rojnamegerên li ser karê xwe de hatine kuştin li eywanê hatin daliqandin. Kongre ji bo rojnamegeren hatine kuştin deqîqeyek rezgirtinê destpê kir. Kongre bi axaftina rojnameger Adnan Bîlen dest pê kir.
‘EM Ê LI SER RÊYA ŞEHÎDAN BIN’
Bîlen, diyar kir ku kedkarên çapemeniya azad gelek bedelên giran da û wiha axivî: “Gelek hevalên me hatin qetilkirin, me gelek şehîd dan. Em li ser bîranîna wan vê kongereyê pêk tînin. Têkoşîna me xwedîderketina heqîqêtê ye. Em ê her tim rêya şehîdan de bin.”
Paşê sînevîzyon hat temaşekirin û dîwan hat hilbirjartin.
‘EM Ê ROLA XWE PÊK BÎNIN’
Li ser bi navê dîwanê Serdar Altan axivî û diyar kir ku tevahiya pirsgirêkan li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn rastiyê ji bo di bin tariyê de nahelin ew karê xwe dikin û wiha axivî: “Dema ku me destpê kir 10-25 kes bûn îro em bûna 300 kes. Ji bo rol û mîsyona xwe em pêk bînin dîve em kar û xebatên xurt bimeşînin. Ya girîng ew e ku em ê piştî niha çi bikin û ev kongre bibe bersiva vê yekê.”
ROJNAMEGERÊN BI SÎHAN HATIN QETILKIRIN NEHATIN JIBÎRKIRIN
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu jî diyar kir ku li eywanê wêneyên rojnamegerên hatine qetilkirin hene û wiha got: “Di sala 2019’an de me dest bi karê DFG’ê kir. Me ala Apê Musa, Nagîhan Akarsel rakir. Berî 30 salan dema ku me dest bi karê xwe kir, gelê Kurd dibin qirkirinê de bû. Lê gelê Kurd îro jiyana xwe berdewam dike ev sebeba hevalên me ye rojnamegerên şehîdan e jî. Di salên 90’î de hevalên me li kolanan dihatin kuştin ji bo ku heqîqêtê holê rakin. Dema ku em hatin salên 2010’an rewş hat guherandin em girtinê re rû bi rû man. Îro jî hevalên me bi SÎHA’yan tên kuştin. Hevalên me hatine kuştin dê bijîn. Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin.”
‘EM Ê ALA ŞEHÎDAN LI ERDÊ NEHÊLIN’
Rojanemeger Huseyîn Aykol axivî û destnîşan kir ku ev meş berî 35 sala dest pê kir û wiha domand: “Heke hevalên me tunebûya rastî me tu carî nekariya derxin holê. Ez 35 sal e li vir bim ji bo ala hevalên şehîd erde nehilin. Çawa ku roja sereke me dest bi karê xwe kiribû em ê welê berdewam bikin. Em ê dijî mirinê karê xwe berdewam bikin. Heta mirinê jî ez ê li vir bim.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî diyar kir karê rojanemegeriyê ji bo pêvajoyê gelek girîng e û anî ziman ku gelek hewcedarî bi rojnemegeran re heye. Hatun, da zanîn ku çapemenî azad be civak jî azad e.
‘CIVAKA AZAD BI ÇAPEMENIYA AZAD PÊKAN E’
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di axaftina xwe de bi bîr xist ku çapemeniya azad parêzvaniya gelê Kurd kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji bo vê li cîhanê ragihandin pêş ketiye. Desthilatdar jî gelek giringî dide çapemeniyê. Bi keda çapemeniya azad tiştên ku li Kurdistanê diqewimin bi keda çapemeniya azad digihêjê her derê. Bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyê bi rê ve dibe. Civakêk azad bi destpê çapeminiya azad derkeve holê.”
Piştî axaftina xwendina raporan kongre berdewam kir. Di dawiyê de hilbijartin hate kirin û Kesîra Onen û Selman Çîcek weke hevserokên DFG’ê hatin hilbijartin.
Çîcek, destnişan kir ku ew vê kongereyê diyarî rojnamegerên hatine qetilkirin dikin.