DÊRSIM - Berxwedana girseya ku ji bo bîranîna Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan li Qada Seyîd Riza destûr nedan bikevin hundir, bi ser ket. Gel berê xwe da navenda bajêr.
Li Dêrsimê ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê li Meydana Seyîd Riza bi merasîmekê bên bîranîn. Welatiyên ku ji bo bîranînê ji derve dihatin di ketina Dêrsimê de hatin rawestandin. Ji ber ku destûr nehat dayîn derbas bibin, gelek welatiyên ji cihên cuda hatin bi çepik û dirûşman ber bi qada ku wê bîranîn lê bê lidarxistin ve dest bi meşê kirin. Li gundê Tûrîşmek ê girse lê belav bû, rê nedan ku wesayît derbas bibin û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehît namirin", "Silav, silav, hezar silav ji Îmraliyê re" û "Silav, silav, hezar silav ji kongreyê re" dest bi meşê kirin. Dema meşa ber bi navenda Dêrsimê ve bi dirûşm û meşan dewam kir, welatiyan rê li trafîkê girtin.
Welatiyên ku dorpêça polîsan protesto kirin 5 kîlometre yan li ber navendê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Xwepêşandan bi dirûşm û çepikan dewam kir. Piştî berteka girseyê nîqaş hatin kirin û destûr hate dayîn ku girse derbasî navenda Dêrsîmê bibe. Koma ku bi berxwedana xwe encam girt, li gel girseya ku heta Shell Petroleum a Taxa Gazîk meşiyan wê ber bi Qada Seyît Riza ya ku wê bîranîn lê bê lidarxistin.