WAN – “Sempozyûma Zimanê Kurdî” ya Şaxa Egîtîm Sen a Wanê dest pê kir. Di axaftina beşdaran de hate ragihandin ku têkoşîna ji bo ziman kêm e û divê bêtir xebat werin kirin.
Sendîqaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistî ya Şaxa Wanê (Egîtîm Sen) îsal bi şiara “Sosyo-polîtîka ziman” di 17-18’ê Gulanê de “Sempozyûma Zimanê Kurdî” lidar dixe. Sempozyûma ku di Salona Baro ya Konferansê de lidarket, ji çar perçeyên Kurdistanê zimanzan beşdar bûn.
Di axaftina destpêkê de Serokê Şaxa Egîtîm-Sen a Wanê Mûrat Atabay axivî. Atabay diyar kir ku dewletê di her qadê de zimanê Kurdî qedexe kirî û wiha got: “Zarokên me bi Kurdî neaxivin, li gundan jî êdî bi Kurdî nayê axaftin. Berê navên zarokên me ne bi Kurdî bû lê bi Kurdî diaxivîn, îro navên zarokên me bi Kurdî ne lê em bi wan re zimanê wan ê dayikê xebernadin. Di vê mijarê de divê em bibin berpirsiyar. Mixabin xebatên ku niha tên kirin têrî xilasiya Kurdî nake. Ji bo vê divê em xebatên baş û girîng bikin. Xebatên ziman veguherî pêşbirkê. Divê em xebatên der barê ziman ji vê rewşê derxin.”
‘JI BO ZIMAN XEBAT’
Piştre endamê Komisyona Zimanê Kurdî Lokman Babat axivî û bal kişand ser girîngiya sempozyûmê di meha Gulanê de û wiha got: “Ger îro em vê sempozyûmê pêk tînin, ev jî bi saya kesên di vê dîrokê de canê xwe ji dest dane ye. Ez wan bi rêzdarî bibîr tînim. Em wek komisyon kursên Kurdî, panel, komên xwendinê, şano û xebatên dîtir pêktînin. Lê mixabin nebûna xebata fermî ji bo ziman ji ber pêkneanîna berpirsiyariya dewletê ev barê giran dikeve ser xemxurên ziman û saziyên wek me û weşanxaneyan. Lê em dizanin ku van xebata dê têr neke ji bo pêşîlêgirtina xetereya li ser zimanê me. Ji bo vê divê em pir bixebitin.”
‘BERÊ DIVÊ EM AZAD BIN’
Mêvanê rûmetê yê sempoyûmê Nezîr Ocek diyar kir ku bêyî azadî di tu qadê de em mê pêşnekevin. Ocek destnîşan kir ku ev pirsgirêk ji bo ziman jî derbasdar e û wiha got: “Dê gele me nikaribe bixwîne û binivisîne lewre deste wan di kelebçeyê de ye. Ji bo vê divê bere em û gele me azad bin. Mirov ziman e, ziman mirov e. Divê herkes li zimanê xwe xwedî derbikeve.”
Piştî axaftinê, rûniştina ku ji aliyê hîndekar Mazlûm Kanîwar ve rêve diçû, axêver Ánne Márjá Guttorm Graven û Berdevkê Platforma Ziman Şerefxan Cizîrî beşdar bûn.
‘LI NORWECÊ ZIMANÊ SAMÎ’
Ánne Márjá Guttorm Graven der barê “Li Norwecê Ziman û Çanda Samî” axivî, Graven berê axaftina xwe stranek bi zimanî Samî stra. Ánne Márjá Guttorm Graven rave kir ku li Norwecê tenê li du bajaran bi zimanê Samî tê axavtin û wiha got: “Axêverên vî zimanî 3 hezar kes in. Cihê kuz iman û çanda gelê Samî lê heye wek hev in. Li cîhanê hejmara gele Samî di navbera 50 û 80 hezarî ye. Niha 20 hezar kes bi zimanê Samî diaxivin. Hemû zimanên Samî li ber xetereya windabûnê ye. Tenê li herêmên bakur, rêjeya axêverên zimanê Samî baş e. Li herêmên dîtir hejmara wan di navbera 450-500 kesî ye. Ev rewş jî derî li ber windabûna ziman vedike. Civaka me teqez divê zimanên Samî bide jiyîn. Bi zimanê Samî fîlm, şano û muzîk tên çêkirin lê hejmara axêveran hindik e. Sedema vê jî di salên 1900’î de polîtîkayên asimîlasyonê yê welatên dîtir bû li hember gelê Samî. Ji bo zimanê Samî bê jibîrkirin em rastî polîtîkayên faşîst û tundiyan hatin. Ev yek jî sedema asimilasyona ziman e. Gelên Samî li hember polîtîkayên asîmîlasyonê berxwe dan ev qirkirin vala derxist.”
‘LI EWROPAYÊ SOSYO-POLÎTÎKA KURDÎ’
Piştre Şerefxan Cizîrî axavtina xwe ya bi ser navê “Li Ewropayê sosyo-polîtîka Kurdî” peşkêş kir. Cizîrî wiha rave kir: “Heta salên 1960’î li gelek welatên Ewropayê polîtîkayên asîmîlasyonê berdewam dikir. Piştî 1960’î ev rewş sivik bû. Nexasim li Swêdê, li Stockholmê pêşketina zimanê Kurdî bi alikariya dedwletê bû. Swêdê div ê mijarê de ekolek avakir. Saziyên ku hatin damezrandin, xebatên li ser Kurdî di vê mijarê de cihek girîng girt. Li Ewropayê pişgiriya dewletê ji boz iman girîng e. Ger ji hêla dewletê ve ji bo van zimanan piştgirî nehata dayîn û perwerdehî çêneba ewqas pêşnediket. Kurdên ku çûne Ewropayê haweyekî azad bi zimanê xwe axivîn û nivisîn ji bo wê zimanê xwe pêşxistin. Barê me yê her warî de ziman e û rêya me dûr . Ji bo wê herkes divê erka xwe bîne cih.”
Sempozyûm didome.