STENBOL – Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Mervan Yilmaz, ji bo komxebata ku dê sibe li Stenbolê bê lidarxistin bang kir û got: “Armanca me ya lidarxistina vê komxebatê têgihijtina qeyrana Rojhilata Navîn e.”
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê, sibê dê li Navenda Çandê ya Zubeyde Hanim a li navçeya Fatîhê bi sernavê "Bi Ciwantiya Pêşeng re Civaka Demokratîk" komxebatekê li dar bixe. Di komxebatê de dê geşedanên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin.
DÊ PIRSGIRÊKÊN ROJHILATA NAVÎN BÊN GOTÛBÊJKIRIN
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Mervan Yilmaz, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo meşa Amarayê bibîr xist û got: “Me li ser peyama Rêber Apo ya ku ji bo ciwanan dibêje rêxistin bin rêxistin bikin, lez da xebatên xwe.” Yilmaz diyar kir ku dixwazin li dijî tiryak û fuhuşê ciwanan bi rêxistin bikin û ev tişt got: "Di vê pêvajoyê de berpirsiyariyeke mezin dikeve para ciwanên Kurd. Di sedsala 21'emÎn de têkoşîn li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst dikeve ser milê ciwanan. Ciwan hem zêhniyeta pratîk û hem jî analîtîk a civakê ye."
BANGA BEŞDARIYA KOMXEBATÊ
Yilmaz, ciwanên demokrat, sosyalist vexwend komxxebatê û wiha pê de çû: “Divê pirsgirêkên sedala 21’emîn baş bê famkirin û nexşerêya ciwanan baş bê dahûrandin. Beyî van dahûrandinan ciwanên ku di hişmendiyeke teng de aliqî nikare pêşiya xwe vebike. Divê ciwan hem kedkar û hem jî rewşenbîrê civakê be. Em ji bo beşdariyê bangî hemû ciwanan dikin.”