NAVENDA NÛÇEYAN – Şandeya DEM Partiyê serdana şaredariya Semsûrê kir û dê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê yên CHP’ê bike.
Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî operasyonên li ser şaredariyên CHP’î, serdana piştevaniyê bike. Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê Berpirsyarê Rêveberên Herêmî ya DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn û parlamenterên DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kirin.
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya piştî serdanê de li dijî binçavkirinan bertek nîşan da.