NAVENDA NÛÇEYAN – DAIŞ’ê li Kongoyê êrişî dêrekî kir, di êrişê de 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.
DAIŞ’ê di 27’ê Tîrmehê de li bajarê Komane yê Kongoya Rojhilat êrişî dêrekî kir. Êriş di dema merasîma olî de pêk hat.
Rayedarên rêveberiya bajêr, diyar kirin ku di êrişê de 9 jê zarok 43 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne.