ŞIRNEX – Komeleya Ekolojiyê ya Şirnexê, li dijî talana daristanan dê dest bi kampanyaya îmzeyan bike.
Komeleya Ekolojiyê ya Şirnexê li dijî birîna daran û talankirina xwezaya Şirnexê dest bi xebata komkirina îmzeyan dike. Komelaya Ekolojiyê ji bo komkirina îmzayan standekê jî dê li Qada Omer Kabak a navenda Şirnexê vebike ji bo vê jî serî li Walitiyê Şirnexê da.
Metna komkirina îmzeyan a Komeleya Ekolojiyê wiha ye:
“Daristanên Şirnexê her ku diçe kêm dibe. Cihên ku daristan kêm dibin jî cihên herî bi daristan û ji aliyê xwezayê ve cihên dewlemend Cûdî, Gabar, Besta, navçeyên Qileban û Elkê ne. Sedema kêmbûna daristanan xebatên maden, bendav, birîna daran e. Birîna daran hema bejin li belavî tevahî Şirnexê bû ye. Darên tên birin jî bi kamyonan dibin bajarên cuda. Ji ber birîna daran germahiya hewaya Şirnexê jî zêde bû ye û baran jî kêm bû ye. Her wiha bandora birîna daran û talana xwezayê li ser sewalên biyanî jî dike û di van salên dawî de hejmara sewalên biyanî jî kêm bû ne.
Birîna daran li dijî destûra bingehîn û mafê hemû welatiyan heye ku li dijî vê talanê derbikeve. Ez jî mafê xwe yê destûra bingehîn bikartînim û daxwaza sekinandina birîna daran dikim.”