MEREŞ - Welatiyên Bazarcixê bal kişandin ser pêvajoya ku der barê pirsgirêka Kurd de tê meşandin û gotin: "Ji bo ku aştî pêk were, divê pêşî li Tirkiyeyê hiqûq, edalet, demokrasî û azadî hebin."
Di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" li dar xist. Ev civîn ku li bajarên Tirkiye û Kurdistanê ji bo şirovekirina pêvajoyê û ragihandina banga Abdullah Ocalan tên lidarxistin, li Mereşê berdewam dikin. Welatiyên ku beşdarî civîna ku li Bazarcixê ji hêla rêxistinên DEM Partî yên bajêr û Bazarcixê ve hatin lidarxistin bûn, bendewarî û daxwazên xwe yên ji pêvajoyê anîn ziman.
Hatîce Engîzekê diyar kir ku ew ji ber zilmê neçar maye koçber bibe û got ku ew kêfxweş e ku piştî salan li ser aştiyê tê axaftin. Hatîce Engîzekê xwest ku ji pêvajoyên berê ders werin derxistin û got: "Ez bi rêzdarî vê pêvajoyê silav dikim ku bi hewldana Serok dest pê kir. Ez komîsyona ku keda wê heye jî silav dikim. Çima aştî nebe? Têkoşînek heye ku ji şert û mercên pir dijwar heta roja îro hatiye. Ev pêvajoyek pir girîng e, nemaze ji bo dayikan ku êdî negirîn û zarokan nemirin. Pêdivî ye ku her kes tevkariyê li vê pêvajoyê bike. Divê ji pêvajoyên berê ders werin derxistin. Divê em hemû bi hev re xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Divê em wê tenê ji komîsyonê re nehêlin. Divê em berpirsiyariyên xwe jî bicîh bînin. Pêvajoya aştiyê pir girîng e."
‘EM AVAKERÊN VÎ WELATÎ NE'
Alî Sîncer ê ji Bazarcixê, ji raya giştî re bi bîr xist ku welatiyên kurd ên elewî ji ber komkujî û polîtîkayên asîmîlasyonê bedêlên giran dane û got ku tevî hemû fikarên xwe jî, ew li aliyê aştiyê ne. Sincer got: "Ez dixwazim şer bi dawî bibe. Em civatek in ku bi qirkirin, komkujî û asîmîlasyona mezin re rû bi rû mane. Di heman demê de, herêma me jî ji vê qirkirin, asîmîlasyon û komkujiyê, ji aliyê olî ve, êş kişandiye. Ji ber vê yekê ez baweriya xwe bi aliyê ku pêvajo lê tê meşandin naynim. Di çaçrçoveya 'terorê' de nirxandina pêvajoyê, heqaret e li me. Tu karê me bi terorê re tune ye. Bila mafên me werin dayîn. Em avakerên vî welatî ne. Em xwediyên rastîn ên vê derê ne. Ji bilî me, tirkmen, ermenî, yewnan, asûrî, suryanî û gelek kêmneteweyên din, mîna me xwediyên vî welatî ne. Mirovên ku li Tirkiyeyê dijîn bi pirsgirêkên girîng re rû bi rû ne. Mirovên li vir hîn jî di konteyneran de dijîn. Kesekî ku zivistanê di konteyneran de derbas dike êdî mirovekî saxlem nîne. Ji bo ku aştî pêk were, divê pêşî li Tirkiyeyê qanûn, edalet, demokrasî û azadî hebe. Ev tiştên bingehîn in ku divê di dewletekê de hebe. Ger qanûn, edalet an azadî tune be, dê bi kêrî çi bê? Îro li vir e, sibê diçe. Ev bingehên aştiyê ne. Divê guhertin çêbibe."
Hasan Engîzek girîngiya aştiyê anî ziman û got: "Aştî tiştekî pir bi qîmet û hêja ye. Divê xwedî lê bê derketin. Heta ku xiyanet tune be, aştî dikare were bidestxistin. Ev xak hewceyê aştiyê ye. Ger komîsyon bikaribe biryarên xwe bicîh bîne, ew ê tiştekî bi qîmet û hêja be. Ger ew nikaribe xwedî li pêvajoyê derkeve û bidomîne, ew ê pirsgirêkan biafirîne. Ev rewş ji bo her du aliyan jî derbasdar e. Di dawiyê de, ne tenê em, Tirkiye, hewceyê aştiyê ye; tevahiya cîhanê hewceyê aştiyê ye."
Alî Demîrcî destnîşan kir ku pêvajo baş pêş dikeve û got: "Aştî tê wateya pêşketinê. Divê her kes bi hewldanên xwe piştgiriyê bide pêvajoyê. Gelê me yê li Ewropayê jî aştiyê dixwaze û dixwaze vegere welatê xwe. Vegera wan dê sûdmend be. Ew dikarin aboriya xwe li vir biguhezînin. Ger pêvajo ber bi aştiyê ve biçe, welat dê azad bibe û gel dê kêfxweş bibe."
'EZ DIXWAZIM VEGERIM WARÊ XWE'
Fatma Sincer anî ziman ku ew ji ber zilm û zordariya ku ji ber nasnameya xwe ya kurd pê re rû bi rû mane koçberî derveyî welêt kirine û wiha domand: "Zû de, hin ji me ji ber sedemên aborî, hin ji ber pirsgirêkên siyasî û hin jî ji ber cezayên ji ber nasnameya xwe ya kurd, neçar man ku derkevin. Hebûna pêvajoyek aştiyê ji bo min û malbata min pir baş e. Ez dixwazim vegerim welatê xwe. Pêvajo bi rastî divê bi dawî bibe. Ez şer û xwînrijandinê naxwazim. Ez vê yekê ji bo her du aliyan dibêjim. Divê tu dayik negirî an xemgîn nebe. Bila şer biqede. Bila ew bi me re rastgo û samîmî bin."
MA / Sema Bîngol