STENBOL - Parêzer Rezan Epozdemîr ku di çarçoveya du lêpirsînên cuda de hatibû binçavkirin, hate girtin.
Parêzer Rezan Epozdemîr, di 10’ê Tebaxê di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi sûcdariyên “Bertîl”, “Alîkarîdayîna FETO/PDY” û “sîxûrtiya siyasî û leşkerî” vekiribû de, di serdegirtina malê de hate binçavkirin.
Epozdemîr, piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê, sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozgeriyê jî ji ber sûcdariya “Ji bo bertîlê navbeynkarî kiriye” û “bertîl wergirtiye” bi daxwaza girtinê û ji ber sûcdariyên “Agahiyên dewletê yên diviyabû veşarî mabûna bi armanca sîxûrtiya leşkerî û siyasî bi dest xistiye” û “Alîkarî daye FETO/PDY’ê” bi daxwaza şertê qedexeya derketina derveyî welat sewqî dadgehê kir. Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar jî ji ber sûcê “Ji bo bertîlê navbeynkarî kiriye” biryara girtinê da.