ENQERE - Profeseroê Îranî Hamid Dabashî, piştgirî da banga Abdullah Ocalan û got: “Banga Ocalan ê zana dê li ser pêşeroja herêmê bandoreke dirêj û mayinde bike.”
Profeseroê Îranî Hamid Dabashi, têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re nameyek şand û piştgirî da.
Peyama Dabashi wiha ye: “Dostên hêja. Min banga dîrokî ya Ocalan a ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, bi keyfxweşiyeke mezin bihîst. Li gorî min ev yek, nîşaneya kemilîbûna siyasî ya pîroz e ku di qada kûrewî de pir kêmek caran tê dîtin! Ev gava siyasî ya bi zanatî hatiye avêtin ku xwe dispêre bingeheke exlaqî, dê li ser meseleya Kurd-Tirk û pêşeroja herêmê bandoreke demdirêj û mayinde bike. Li gorî min ev gav, di vê serdema tevlihev a em tê de dijîn, gava herî şoreşger û jidil e ku lîdereke siyasî yê zana dikare biavêje.”
DABASHİ KÎ YE?
Hamid Dabashi, yek ji hevalên nêz ê Edward Said e û li Zanîngeha Columbiayê Profesorê Xebatên Îranê û Wêjeya Berawirdî ya Hagop Kevorkian e. Di sala 1984’ê de li Zanîngeha Pensîlvanyayê di qada Civaknasiya Çandê û Xebatên Îslamê de dereceya cotdoktorayê girt, piştre li Zanîngeha Harvardê piştî doktorayê burs hilgirt. Teza xwe ya doktorayê tevî Philip Rieff (1922-2006) ku wê serdemê rexnegirê çandê yê Freudyen ê herî bijarte bû, li ser teoriya karîzmatîk a Max Weber nivîsand. Profesor Dabashi, li gelek zanîngehên Amerîkaya Bakur, Ewropa, Ereb û Îranê ders û konferans da.
Profesor Dabashi, niha jî li MESAAS'ê weke Dîrektorê Xebatên Lîsansê dike (Ji sala 2020’ê heta niha). Di demên berê de jî Serokatiya Beşa Rabûrdiyê û Dîrektoriya Xebatên Serlîsansê kir. Endamê damezirîner ê Enstîtuya Wêjeya Berawirdî û Civakê, endamê damezirîner ê Navenda Xebatên Filistînê û serokatiya Komîteya Cewherî ya Columbia Collegeyê kir.
Profesor Dabashi, zêdetirî bîst pirtûk nivîsandiye, edîtoriya çar pirtûkan kir û ji bo gelek pirtûkan jî alîkarî da. Di heman demê de, di mijarên weke Xebatên Îran û Îslamê, wêjeya berawirdî, sînemaya cîhanê û felsefeya hunerê (trans-estetîk) û hwd. zêdetirî 100 ceribandin, gotar û lêkolînên pirtûkan nivîsand. Pirtûk û gotarên wî li zimanên Japonî, Almanî, Fransî, Spanî, Danî, Rûsî, Îbranî, Îtalî, Erebî, Koreyî, Farisî, Portekîzî, Lehî, Tirkî, Urdî û Katalanî û gelek zimanên din hatin wergerandin.
Dabashi ku li DYA’yê yek ji dengên herî xurt ê muxalîf e, li çar aliyên cîhanê gelek caran konferans û dersan dide. Dabashi, tevî hevjîna xwe ya Îranî-Swêdî Golbarg Bashi ku yek ji navên herî naskirî ya feminîst e li New Yorkê dijî.
Pirtûkên wî: Authority in Islam (1989); Theology of Discontent (1993); Truth and Narrative (1999); Staging a Revolution: The Art of Persuasion in the Islamic Republic of Iran (2000); Close Up: Iranian Cinema, Past, Present, Future (2001); Masters and Masterpieces of Iranian Cinema (2007); Iran: A People Interrupted (2007); and an edited volume, Dreams of a Nation: On Palestinian Cinema (2006); Islamic Liberation Theology: Resisting the Empire (Routledge, 2008); Post-Orientalism: Knowledge and Power in Time of Terror (Transaction Publishers, 2009); Shi’ism: A Religion of Protest (Harvard, 2011); The World of Persia Literary Humanism (Harvard, 2014); Can Non-Europeans Think? (Zed Books, 2015); Persophilia: Persian Culture on the Global Scene (Harvard, 2015); Iran without Borders: Towards a Critique of the Postcolonial Nation (Verso, 2016); Iran: Rebirth of a Nation (Routledge, 2017); The Shahnameh: The Persian Epic as World Literature (Columbia, 2019); On Edward Said: Remembrance of Things Past (Haymarket, 2020); and The The Future of Two Illusions: Islam after the West (University of California Press, 2022).