Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê

  • jin
  • 11:35 20 Mijdar 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - KJK’ê di deklarasyona xwe ya 25’ê Mijdarê de anî ziman ku tundiya li dijî jinan bi polîtîkayên dewletê bi awayekî sîstematîk xwe birêxistin dike û got: “Tişta ku dê jinan bide jiyîn, hêza jinan a rêxistinkirî û jiyana komunal e.” 
 
Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li ser malpera xwe ya înternetê deklarasyoneke berfireh weşand.
 
Naveroka deklarasyona bi sernavê “Werin em li dijî şer, tundî, komkujî û destdirêjiyan xwe birêxistin bikin û komunên xwe ava bikin" wiha ye: 
 
“Em ji xwişkên Mirabel ên ku bi berxwedana xwe bûne wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê heya Roza Luxemburg, Sakîne Cansiz, Nagîhan Akarsel, Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, Asya Yuksel, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar, Denîz Poyraz, Evîn Goyî, Hevrîn Xelef, Zelal Hesekê, Pelîn Zozan, Salîha Viyan, Nesrîn Amed û dîsa Narîn Guran û heya Rojîn Kabaîşê hemû jinên ku ji aliyê ji aliyê tundiya mêrên serdest ve hatine qetilkirin, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em ê heza jiyanê, têkoşîn û mîrateya wan ji me re hiştine; girêdayî bingeha demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan soza tacîdarkirina li gel cîhaneke ku aştî lê serdest e, didin.
 
ASTA TUNDIYÊ
 
Tundî; rastiyek e ku serdestiya mêran li dijî jinan bi rê xistin kiriye, li gelek qadên jiyanê û di demên cuda de lê rast tên û bi awayekî psîkolojîk û fîzîkî dibe sedema birînên mezin. Jin di hemû kêliyên jiyana xwe de bi awayên herî dijwar ên vê tundiyê re rû bi rû dimînin. Bi taybetî jî tundiya psîkolojîk û ruhî ya di nava hemû jiyana rojane de xwe nîşan dide, her ku diçe normalîze dibe û gihîştiye asteke ku nayê ferqkirin.
 
Jin; di gel ku temen, pîşe, netew, reng û pozîsyona wê ya civakî ferq nake, bi berdewamî dibin mexdûrê vê tundiyê. Dibe em weke Silayê pitikek, weke Narînê zarokek, weke Rojînê ciwanek, weke Taybet Înanê dayikek, weke Salîha Akkaşê jineke ku li Meclîsê kar dike, weke Arevalo Lomasa 89 salî ya Perûyî ekolojîsteke ku dixwaze daristana xwe biparêze, weke Fevziye El Şeraniya Durzî ya ku li Sûriyeyê dixwaze li dijî çeteyên HTŞ’ê gundê xwe biparêze yan jî jinên li mekanên cuda û xwedî statuyên cuda bin. Lê belê tu ji van nasnameyan têrê nake ku me li hemberî tundiya birêxistinkirî, taciz û destdirêjiya serweriya mêran biparêze.
 
Li erdnigariya ku em lê ne, tundî her roj her ku diçe zêde dibe û sala 2025’an di rastiyê de bû saleke wisa ku di bin wêrankirina hemû şerên li seranserê cîhanê de, tundiyê xwe gihand astên herî bilind.
 
Komkujiyên li ser Durzî û Elewiyan ên li Sûriyeyê û şerê li Xezeyê berdewam dike, xeleka tundiyê ya ku cîhan ketiye nava wê kûrtir kir. Bêyî ku em bigihîjin dawiya salê bîlançoya tundî û komkujiyên îsal, gelekî ji yên salên borî derbas bûye.
 
Li seranserê cîhanê nêzîkî 86 hezar jin û zarokên keç hatine qetilkirin û ji van nêzîkî 52 hezar ji aliyê endamên malbatên xwe û derdora xwe ya nêz ve hatin qetilkirin. Li gel van hejmaran, mal û malbata ku weke 'pîroz' hatiye îlankirin, li asta cîhanî de ji bo jinan veguherîne cihên herî bi talûke.
 
Ji bo ku were fêmkirin bê ka tundiya li ser jinan çi qasî bi awayekî sîstematîk tê birêvebirin, têrê dike ku mirov li polîtîkayên hemû welatan ên têkildarî jinan binêre.
 
Li Iraqê, di destpêka salê de li gel 'yasaya statuya takekesî' hate xwestin ku destkeftiyên jinan ji destê wan werin standin, piştî Tirkiyeyê Letonyayê jî da zanîn ku ew ji Peymana Stenbolê vekişiyaye, li Efxanistanê mîmariya xaniyan bê şibake weke ku heya jin derve jî nebînin, hate dîzaynkirin, li Tirkiyeyê xutbeyên weke 'jinên ku mil û singên xwe vedikin bê îman in û divê jin ji mîrasê ji niviya bahra mêran razî bin' hatin xwendin û li Îranê zêdetirî 800 jin hatin darvekirin.
 
Mêr-dewleta ku dixwaze biryara ku wê jin çi li xwe bike, çawa bikene, çi bixwe, çawa û bi kê re bijî û heya wê çend zarokan çêke bide û her tiştî bixe bin kontrola xwe, jinên ku van sînoran derbas dikin qetil dike. Jin ji şaneşînan û şibakan nakevin xwarê, di nava avê de naxeniqin, xwe naşewitînin û bi destê xwe xwe nakujin.Em dizanin ku li pişt van derewan tundiya mêran a hatî veşartin heye.
 
Li gelek welatan hê jî zelalnebûna têgehên tundî û destdirêjiyê jî zêdetir cesaretê dide tundiya mêrên serdest. Her çend were nîşandan ku qetilkirin ji aliyê mêrekî ve hatiye kirin jî divê were zanîn ku li piştperdeyê aqil û polîtîkayeke dewletê heye.
 
Em dizanin ku tundiya li ser jinan, bi aqilê mêr-dewletê ve tê kirin û cewhera 25’ê Mijdarêjî sekinîna li hemberî vê tundiya dewletê ye.
 
JIN JIYAN AZADΠ
 
Dîtina rastiya li pişt profîlê, wê bibe destpêkirina çareseriyê ya li cihê rast. Divê were dîtin ku li pişt krîzên weke aborî, ekolojî, tenduristî û yên li hemû qadên jiyanê, tundiya li ser jinan heye.
 
Rêber Apo, di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de îfade dike ku yekem pirsgirêka civakî li gel kolekirina jinan a ji aliyê kujerê kastîk ve destpê kiriye û nîşan dide ku divê em ji ku dest bi çareseriya pirsgirêkên civakî yên roja îroyîn bikin. Kujerê kastîk, di serdemên yekem de bi obsîdyenê, di Serdema Navîn de bi şûrî û di roja me ya îroyîn de jî bi endustriyalîzmê ji bo qezencê diziyan dike.
 
Yanî di hemû serdeman de ji bo xwe maskeyeke din peydadike lê belê weke heman kujerî di nava me de dijî. Carna rîberdayî û di destê wî de şûr, carna jî bedil li xwe kiriye û bi qerewat e; carna serokê çeteyekê ye û carna jî serokê dewletekê ye.
 
Ji ber vê yekê bêyî kujin ji dewleta ku aktorê sereke yê tundiyê ye bendawariya strîn û parastinê bikin, civakîbûna ku wê bijinan re pêş bixin wê bibe xweparastina herî mezin. Tişta ku jinan li ser piyan bigire hêza jina birêxistinkirî û jiyana wan a komun e.
 
Girêdayî vê yekê divê em li hemberî vê pergala ku tundiya li ser jinan gihandiye asta şerî, komkujî û koletiyê li gel 'Jin, Jiyan, Azadî' xwe birêxistin bikin û vê tundiyê li qadan û kolanan protesto bikin.
 
EV ŞER, NE ŞERÊ ME YE!
 
Şerên ku rewşa tundiyê ya herî dijwar îfade dikin jî her roj ji aliyê nûnerên vê pergala kapîtalîst û netewe dewletan ve tê kûrkirin û berdewam dike. Di gel ku li Tirkiyeyê ji her çar zarokan, zarokek bi zikêbirçî diçe dibistanê, dayîk ji bo ku zikê zarokên xwe têr bikin li ser gilêşan bermayiyan kom dikin û Rêber Apo ji bo aştiyeke mayînde ev qasî hewl dide jî budceya ku hikûmeta AKP’ê ji bo şerî vediqetîne, gelekî ji budceya ku ji bo jin, zarok, perwerde û tenduristiyê zêdetir e.
 
Di şerê li Xezeyê yê berdewam dike de bihezaran jin û zarok bi awayekî fîzîkî jiyana xwe ji dest didin û di heman demê de ji aliyê mêrên ku di saziyên alîkariyê de dixebitin ve bi tundiya zayendî, psîkolojîk û fîzîkî re rû bi rû tên hiştin.
 
Dîsa Li Kenyayê dema ku jin pêdiviyên xwe yên herî sereke yên weke av û xwarinê dibînin jî bi êrişa zayendî re rû bi rûdibînim.
 
Li Abya Yalayê her çend jê re nebêjin şer jî, jin di asta şerî de bi êrişan re rû bi rû dimînin. 
 
Yanî li seranserê cîhanê armanc û mexdûrên şerê ku serweriya mêran ji bo berjewendiyên xwe bi rê ve dibin, hebûna jinan, keda wan û nanê wan e. Ev hemû bobelatên ku tên serê kedkar, bindest, jin û zarokan û berdewam dikin, karê vê pergala serweriya mêran e.
 
Ji ber vê yekê sekinîna li hemberî şeran tê wateya xwedîlêderketin û parastina ked, nan, zarok, xweza, hewa, av û pêşeroja me.
 
Weke gelê Sûdanê yê ku ji niha ve bi hezaran însan ji cih û warên xwe bûne û dîsa bi hezaran tên qetilkirin, dibêje 'kîjan alî serbikeve jî bila ser bikeve, me winda kir. Ev şer ne şerê me ye'.
 
Girêdayî vê yekê beşdarbûn, bihêzkirin û birêxistinkirina pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, di serî de Kurdistan û Tirkiye wê ji gelek krîzên li Rojhilata Navîn û cîhanê re bibe çareserî. Wê hincetên rantparêz, çete û mafyayên ku xwe dispêrin şer û tundiyê jî ji holê rabin. Çareseriya van krîzan bi avakirina paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan pêkan e.
 
DIVÊ EM PÊŞIYA QETIKIRINA RUH Û FÎZÎKA JINAN A LI SER NAVÊ EVÎNÊ BIGIRIN
 
Hemû dane û bîlanço nîşan didin ku jin herî zêde ji aliyê mêrên ku ji wan re dibêjin ku ez evîndarê te me ve tên xapandin, îstîsmarkirin, biçûkxistin, lêdan û qetilkirin. Divê jin, vê rastiya mêran, vê derewa ku li ser navê evînê di nava xwe de dihewîne û tundiyê bi awayekî cidî bigire dest û li hemberî vê yekê têbikoşin.
 
Gelekî girîng e ku em li ser pirsa ku divê em çawa rê li ber hem tundiya fîzîkî hem jî ya hestiyarî bigirin, polîtîkayan diyar bikin û dîsa pîvana têkiliyê derxînin holê. Ji ber vê yekê bi wesîleya 25’ê Mijdarê weke jinan divê em xweparastinê ji çarçoveyeke berfirehtir binirxîne, em bizanibin ku mêrên ku dixwazin me têk bibin silaveke herî biçûk jî heq nakin, em pîvanên xwe diyar bikin û van pîvanan di hemû qad û kêliyên jiyanê de li pergala serweriya mêran ferz bikin. 
 
Rastiya mêrê ku nizane wê çawa bi jinekê re biaxive, nikare bibe kesekî sosyalîst, destnîşan dike ku pîvana mirovbûnê jî girêdayî nêzîkatiya li hemberî jinan e. Wê demê divê li gel pirsên weke divê bi kîjan mêran re hevaltî were kirin, bibin hevrê, silavê bidin û ji kîjan mêran dûr bikevin pîvanek were bidestxistin û berê mêran jî bidin wê yekê ku rêzê li van pîvanan bigire û wan qebûl bikin. Bi taybetî jî divê em pêşiyê li qetilkirina ruhî û fîzîkî ya jinan a li ser navê evînê bigirin.
 
LI DIJÎ TUNDIYA PERGALA SERWERIYA MÊRAN BI DIRÛŞMA  'KOMUN DIDE JIYÎN' DERKEVIN QADAN
 
Rastiya birêxistinbûn û avakirina komunan ya ku pergala serweriya mêran herî zêde êrişî wê dike, xweparastina herî sereke ye. Ji ber vê yekê divê tu jin bêyî birêxistinbûn û bi tenê nemînin. Divê tu jin li kampus, kargeh, zevî, tax û gundan xwe bi tenê hîs nekin. Divê di nava komunên ku bikaribe xwe lê îfade bike û biparêze de cih bigire.
 
Komun; terzê hebûna civakan e, şaneya bingehîn e, azadî û wekheviya rastîn di nava xwe de dihewînin û xwedî wesfeke demokratîk in. Girêdayî vê yekê divê jin; di gelek qadên weke xwendin-nivîsandin, sohbet, huner, aborî, çand, ekolojî, parastin û gelekên din de girêdayî hewcehiyên xwe werin ba hev û bikaribin hemû malan veguherînin komunan.
 
Jin dikarin di van komunan de nîqaş bikin ku bê ka daxwaza mêr, bav, bira yan jî hevalekî çawa dikin û pîvanên nêzîkatiya mêran a li hemberî wan diyar bikin.
 
Pergala serweriya mêran, ji bo ku têkiliya dîrokî ya bi hêz a di navbera jinan de ji hev qut bike, li ser derewan nabe ku du jin werin ba hevûdu jinan bi tenê dihêle û li hemû qadan jî êrişî jina ku bi tenê maye, dike û wan qetil dike.
 
Em dikarin van yekan bes bi rêya birêxistinkirina komunan derbas bikin û jiyanên alternatîf pêş bixin.
 
Girêdayî vê yekê di 25’ê Mijdarê de em; Xebatên têkildarî hişyarkirin û perwerdekirinê di asta seferberiyê de pêş bixin!
 
Kolanan û qadan bi têkoşîna xwe ya li hemberî tundiyê tije bikin! Li gel vê yekê xwe bigihînin jin û ciwanên ku tundiyê bes di çarçoveya fîzîkî de dibînin lê belê nikarin tundiya aborî, psîkolojîk û ekolojîk pênase bikin!
 
Ji bo vê yekê em xwe bigihînin taxan, dibistanan, kampusan, kargehan û gundan! Di serî de jin em hemû ciwan û hemû ferdên civakê di vê mijarê de zanedar bikin, hişyar bikin û birêxistin bikin!
 
Divê em bi taybetî ji mêran re bibêjin ku pirsgirêka tundiyê di rastiyê de pirsgirêka mêraniya serwer e, vê yekê zêdetir nîqaş bikin û girêdayî vê yekê mêran perwerde bikin, biguherînin û veguherînin.
 
Dikare di çalakiyên weke semîner û panel ên wê werin lidarxistin de mijarên weke jina sosyalîst, mêrê sosyalîst, malbata sosyalîst û jiyana azad a wekhev werin nîqaşkirin û dikarin li ser zemînên nîqaşên bi vî rengî pîvanên jiyana azad pêş bixin.
 
Girêdayî vê yekê weke KJK’ê di serî de jinên Kurdistanî û li Rojhilata Navîn em bang li hemû jinên li seranserê cîhanê dikin ku di vê pêvajoya 25’ê Mijdarê de tundiya mêr-dewletê eşkere bikin û xebatên birêxistinbûn, perwerdekirin û zanedarkirinê bi ruhê seferberiyê mezin bikin.
 
Weke ku jinên Efxanistanî anîne ziman 'ev serdema tarî, di heman demê de ronahiya jinan jî geştir dike. Berxwedana jinan bes ne li Rojava li Efxanistanê jî nîşan da ku dikare dijmin were têkbirin'.
 
Dubare tê dîtin ku dema jin milên xwe didin hevûdu li pêşiya wan tu astengî û zehmetiyên ku neyên têkbirin, tunene. Wê demê em ê milên xwe bidin hevûdu û jiyanan azad û birûmet ava bikin! Bibêjin ku 'Komun dide jiyîn' û li her derê li dijî tundiyê xwe birêxistin bikin.”
 

Sernavên din

13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’