ENQERE - Wekîlên CHP’î yên ku tê îdiakirin dê di civîna komîsyonê ya têkildarî serdana Îmraliyê dengê “Na” bidin, xwe li bêdengiyê danîn.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin, dê sibe têkildarî serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicive û dengdayîn bê kirin.
Ji rojnameya Sozcuyê Saygi Ozturk ragihand ku 4 wekîlên CHP’ê li gel biryara çûna Îmraliyê ne lêbelê Serokwekîlê Koma Meclisê ya CHP’ê û endamê komîsyonê Mûrat Emîr, Turkan Elçî, Umut Akdogan, Gokçe Gokçen, Nûrhayat Altaca û Salih Uzun li dijî çûna serdanê ne.
Aşkerakirina vê agahiyê, li Meclisê jî rê li ber liv û tevgerê vekir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, serkêşiya dijberiya çûna Îmraliyê jî Mûrat Emîr û Turkan Elçî dikin.
JI KESÊN DÊ BIBÊJIN ‘NA’ BERSIV TUNE YE
Tê îdiakirin ku her du kesên behsa xeberê, ji bo endamên din jî dengê “Na” bi kar bînin zextê dikin û ji bo komîsyon biryareke neyînî bide di nava hewldanan de ne. Piştî van îdiayan, li ser telefonê em li Turkan Elçî, Nûrhayat Altaca, Umut Akdogan û Salih Uzun geriyan lê me nekarî xwe bigihînin wan.
BERSIVA PEYAMAN JÎ NEDAN
Me ji endamên komîsyonê yên CHP’î ku bersiva telefona me re ev peyam şand: “Tê îdiakirin ku heke komîsyon têkildarî serdana Îmraliyê bicive hûn ê dengê ‘na’ bidin. Me xwest nêrîna we ya di vê mijarê de bizanin. Gelo hûn vê agahiyê piştast dikin? Sedema neçûna we çi ye?” Lêbelê bersiva peyamên me jî nehatin dayin.
MA / Mehmet Aslan
