Başaran: Xweparastin rêxistinbûyîna me ye
- jin
- 09:04 22/8/2020
Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku ew ê di serdema nû de li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan, giraniya xwe bêtir bidin ser xebatên rêxistinbûyînê û got: "Em ê bertekên li dijî hedefgirtina Peymana Stenbolê, bêtir birêxistin bikin."