'Hêj em biçûk bûn bavê min terka me kir û zewicî'
- jin
- 09:16 05/3/2020
Havva Zor, li dijî tundiya hevjînê xwe Mîkaîl Zor û tacîza li dijî keça xwe, xwe parastibû û Mikaîl kuştibû. Zor, got: "Heger ez bimirama wê bigotana 'me heyfa namûsa xwe stend'. Min kesê çav berdabû namûsa min kuşt." Zor, bal kişand ser zarokatiya xwe û anî ziman ku hêj zarok bûn bavê wan terka wan kir û zewicî. Zor ji bo 8'ê Adarê jî xwest jin mil bidin milê hev.