Jinên siyasetmedar: Em ê bi ruhê raperînê bi herikin qadan
- jin
- 12:46 20/3/2018
Jinên siyasetmedar ji bo beşdarbûna Newroza Amedê bang kirin û gotin: “Dê Newroza îsal bibe raberîn û berxwedana Efrînê.”
Jinên siyasetmedar ji bo beşdarbûna Newroza Amedê bang kirin û gotin: “Dê Newroza îsal bibe raberîn û berxwedana Efrînê.”
8 jinên piştî tevlî Meşa Şeva Femînîstan a li Taksîmê ya roja 8’ê Adarê bûn û şûnde xwestin li kargehekê 8’ê Adarê pîroz bikin, rastî tundiyê hatiye. Jinan derbarê bûyerê de serlêdana sûc kirin.
TJA, derbarê pîrozbahiyên Newrozê de daxuyaniyek nivîskî da û got: “Bi tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ‘êrîşên dagirkeriyê’ destpêkirin. Li dijî vê em ê bi ronahiya Newrozê tarîtiya tecrîtê parçe parçe bikin.”
Jinên ji şerê Sûriye reviyan û hatin li Tirkiye bi cih bûn, diyar kirin ku piştî şer ew hatin Tirkiye û bi hatina Tirkiye hem axa xwe û hem jî jiyana xwe winda kirin.
Endamên Jin ên Kamîteya Amadekar a Newroza Îzmirê, ji bo bi coşek mezin Newrozê li qada Gundogdu pîroz bikin, xebatek zêde dimeşînin. Jinan, diyar kirin ku ew dê Qada Newrozê ya Gundogdu, bi rengê Berxwedana Efrînê bixemilînin.
Rojnamevan-nivîskar Ayşe Duzkan destnîşan kir ku bi destpêkirina êrîşên li ser Efrînê re bi destê çapemeniyê şer û mîlîtarîzm tê gurkirin û got: “Mirov tim leqayî rêzefîlmên ku mêr bi kincên leşkerî bi wêrektiya xwe pesnê xwe didin tê. Bi destê çapemeniyê tê lansekirin ku mirin û kuştin tiştekî baş e û wekî tişta herî baş ku mêr dike tê lansekirin.”
Li Manîsayê jinên ku bi strandina hineya Newrozê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê dikin, diyar kirin ku ew ê daxwaz bikin ku dawî li êrîşên li ser Efrînê bên.
Li terziyên Mêrsînê beriya Newrozê daxwaza ji bo kiras û fîstanan jî zêde bû. Terzîvan Gurbet Gergîn got: “Ji bo jinan cilên gelerî reng û remza Newrozê ne.”
Li Bornovayê, H.S. a 17 salî ku mêrekî ew taciz kir, li emniyetê polîsan jê xwest ku dev ji gilîkirinê berde û gotin: “Eger naxwazî malbata te li ber bikeve, gilî neke.”
Rehşan Demîrel, Sema Yuce, Zekiye Alkan, Ronahî û Bêrîvan agirê Newrozê bi şewitandina bedena xwe pîrozkirin. Li Kobanê Arîn Mîrkan û li Efrînê jî Avesta Xabûr û Barîn Kobanê jî bi çalakiyên xwe berxwedanê li agirê Newrozê geş kirin.
Endama DÎK’ê Hatîce Kavran, bertek nîşanî êrîşên li ser bedena jinan da û got: “Heya ku Fir’ewn û Yêzîdiyan hebin, dê Zeyneban jî berxwedana xwe bidomînin. Yek ji Misilmanên Dijkapîtalîst Hediye Yolcu jî, got ku hişmendiya serdest, di şer de bi teşhîr kirina bedena jinê dixwaze peyama “Em bi hêzin” bidin.
Derhênerên îranî, tûnûsî û kanadayî diyar kirin ku çêkirina fîlman a jinan çalakiyeke polîtîk e û gotin: “Em bi fîlmên ku dikişînin hebûna jinan nîşan didin.”
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, ji girtîgehê peyam şand û got: “Êrîşên li ser Efrînê bêhêz xistina vîna jina azad e. Ger em jin xwedî li vîna azad derbikevin , em ê karibin vî şerî rawestîn in.”
Kayuş Çalikman Gavrîlof, bal kişand ser girîngiya berxwedana jinan a li dijî êrîşên li ser Efrînê û got: “Îro jinên Kurd, ereb, suryan û ermenî li Efrînê mil bi mil şer dikin. Ev yek Tirkiye dîn û har kir.”
N.Y.A., ya rastî îstîsmara zayendî ya B.A. hat, diyar kir ku ji ber B.A., serbest hat berdan ewlehiya wê tune û jiyana wê di talûkeyê de ye. N.Y.A., diyar kir ku ew naxwaze wekî Helin Palandoken bê kuştin û wiha got: "Dema ez bêm kuştin jî dê bêjin bi riza wê bû.