ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
- rojane
- 09:01 01/2
7 rojnamevan û 2 siyasetmedarên ku bi hinceta tevlîbûna çalakiya protestokirinê bûbûn hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Dewleta tirk bi çekên giran êrişî Bendava Tişrînê û gelek gundên kantonên Cizîr û Firatê kir.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di çalakiya li Sêrtê de axivî û got: “Ger bi rastî hûn bi niyeta baş bin, hûn çareserî û aştiyê dixwazin, dev ji sepanên dijdemokratîk û faşîst berdin. Hûn ê vîna gelê kurd nas bikin û destên xwe ji vîna gel bikşînin."
Dewleta tirk û komê wê ya paramîlîter SMO’yê gundên Zirganê bombebaran kirin.
Bi pêşengtiya 65 rewşenbîrên Sûriyeyî ji bo Kurdan çareseriya nenavendî çêbibe kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.
Starta “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” ku DEM Partî dê di navbera 1-10’ê Sibatê de li zêdetirî 51 navendan li dar bixe, sibe tê dayin.
Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan li Girtîgeha Sîncanê bi girtiyên jin ên siyasetmedar re hevdîtin kir û li pêşniyarên wan ên têkildarî pêvajoyê guhdarî kir.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Sêrtê hatiye destpêkirin de diaxive.
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar kir.
Şîna endama YJA Starê Zehra Sebat ku di 7’ê Cotmeha 2024’an de jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.
HDK’ê ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ kampanya da destpêkirin û endamê HDK’ê Ramazan Şanci xwest ku hemû kes ji bo aştiyê rol bigire û bi hev re aştiyê pêk bînin.
Li Sêrtê li dijî tayînkirina qeyûm meşeke girseyî hat lidarxistin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ji îdiaya “çûye herêma qedexe” tê darizandin. Ev îdia, bi rapora kesê pispor vala hate derxistin. Di raporê de wiha hate gotin: “Zeydan, 13,6 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû.”
Karûbarên îfadegirtinê yên Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi dawî bû.