Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
- rojane
- 10:24 30/12/2024
Jina bi navê D.K., der heqê parêzer Osman Taşdemîr de ku endamê Baroya Stenbolê ye û bi gotinên zayendperest Başak Demîrtaş jî hedef girtibû, ji ber sûcê “gefên sîstematîk, tacîz û heqaretê” serî li baroyê da. D.K., xwest ku der heqê Taşdemîr de lêpirsîna îdarî were vekirin.