ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2025’AN
- rojane
- 09:00 03/1
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku Tirkiye tevî koma paramîlîter a bi navê “Huras El Dîn” êrişî Bendava Tiştrînê û derdora wê dike.
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rohat Guvercîn ku dema ji derveyî welêt vedigeriya Tirkiyeyê li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hatibû binçavkirin, hat girtin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in.
HSD’ê têkildarî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê daxuyanî da û banga diyalogê li hemû aliyan kir.
Li gorî rapora OHD û MED TUHAD-FED'ê, di sala 2024'an de girtî bi gelek binpêkirinên mafên mirovan re rû bi rû mane, rastî lêdan, lêgerîna tazî, kelepçekirin, lêgerîna dev hatine û her wiha kurdî hatiye qedexekirin.
Rojnameger Celalettîn Yalçin bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin.
Sibe dê li ser sînorê Kobanê ku dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO êrişan dibe ser, meş bê lidarxistin. Di çarçoveya amadekariyên meşê de esnaf hatin ziyaretkirin û banga tevlibûnê hate kirin.
Dayikên Aştiyê ku pêşengtiya çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê dikin, bang li her kesî kirin ku ji bo şer bi dawî bibe berpirsyartiyê li xwe bigirin.
Şandeya DEM Partiyê bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtin kir. Endamê şandeyê Sirri Sureyya Onder ji bo pirsa “Gelo dê bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin were kirin an na?” got: “Li ser tê axaftin.”
Şîrketa Produksiyonê ya Gizingî Berbeyanê têkildarî girtina şîrketa wan li Navenda Metroyê daxuyanî da û got ku biryar derhiqûqî ye û biryareke siyasî ye.
Weqfa Aştiyê têkildarî peyama Abdullah Ocalan got; “Ji bo Tirkiye ji prangaya xwe ya siyasî, civakî û îktîsadî ya ku ev sedsal in bi piyên wê ve hatiye girêdan rizgar bibe, hêviyeke çêbû.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di meşa ser sînorê Qamişloyê de axivî û got ku banga Abdullah Ocalan bangekî dîrokî ye û banga berpirsyartiyê li tevahiya muxalefeta civakî û siyasî kir.
Girtî Mazlum Aksaç li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumluyê tê ragirtin û ji ber ku di dema muayeneyê de nexwest destên wî keçemçekirî bin, rastî muameleya xerab hat.
HSD’ê diyar kir ku saziya bi navê Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) rastiyan berevajî dike û sûcên dewleta tirk û komar wê ya paramîlîter SMO’yê vedişêre.