ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
- rojane
- 09:00 28/11/2024
Girtiyên siyasî ya Girtîgeha Evînê ya Tehranê ragihandin ku ew li dijî cezayê darvekirinê ya li djî Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.
Ji ber berfa zêde rêyên 98 gundên Amedê li çûnhatinê hatin girtin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li 5 navçeyan û herêma Qerejdaxê 625 kilometre rê li çûnhatinê vekir.
Endamên DEM Partî û TÎP’ê yên Meclisa Giştî ya Dêrsimê bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin.
Danişîna doza Ahmet Gun ê DEM Partiyî ku ji hêla cerdevanan ve hatibû qetilkirin, ji ber xisûsên kêm ên di dosyayê de hate taloqkirin.
Binçavkirina zêdetirî 200 kesan ku rojnameger, siyasetmedar, parêzer, akademîsyen, helbestvan û nivîskar jî di nav de ne, li gelek bajaran hatin protestokirin.
Sê ciwanên êrişên dewleta tirk ên li dijî gundê Guherzê yê Herêma Federe ya Kurdistanê kişandin û li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal parve kirin, ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin.
Platforma Elewiyan a Edeneyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Dêrsimê da û got: “Dev ji vê derbeya li dijî îradeya gel berdin.”
Ji binçavkiriyên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin 10 jê anîn Enqereyê.
Rêxistinên pîşeî bertek nîşanî binçavkirina rojnameger û nivîskaran dan. Rêxistinan xwestin binçavkirî bên berdan û gotin: “Em li hemberî van zextan paşvegavê naavêjin.”
Rojnameger, nivîskar, helbestvan, karîkaturîst û akademîsyen jî di nav de gelek kes ev du roj in binçavkirî ne.
Şaredariya Peyasê ya DEM Partiyî li Taxa Huzurevleriyê loqenteya gel vekir.
Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin û gelek kes binçav kirin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ji bo protestokirina qeyûm daxuyaniyê dide.
15 kesên bi îdiaya beşdarbûna kongreya HDP’ê li Çanakkale û Gokçeadayê hatin binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.