ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN
- rojane
- 09:01 23/11/2024
DEM Partî bertek nîşanî desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê da û wiha got: “Ferzkirineke teslîmiyetê pûç e, wê ti carî bi ser nekevin. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku mil bi mil li dijî desteserkirina vînê rabin.”
Qeyûm tayinî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin.
Dadgehê di doza Şerzan Kûrt de ku di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest dabû, 5 sal û 2 meh ceza li polîsê kujer birî.
Şaxa OHD'ê ya Enqereyê rapora ku der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Anatoliya Navîn de amade kir parve kir û diyar kir ku li gorî daneyên Wezareta Dadê di girtîgehên Tirkiyeyê de serbestberdana 8 hezar û 521 girtiyan hatiye astengkirin û ev rewş veguheriye ji bo girtiyên siyasî veguherite pergala îşkenceyê.
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî di çalakiya nobetê ya li dijî qeyûm a li Dêrsimê de axivî û wiha got: “Dê tu caran nekarin îradeya gelê me teslîm bigirin.” Siyasetmedar Sebahat Tuncel jî got ku li dijî kurdan hiqûqeke taybet di meriyetê de ye.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban da zanîn ku di 3 salan de 87 serlêdan ji ber hewldanên sîxûrkirin û revandinê ji komeleya wan re hatine kirin û got: “Me jî serlêdanên sûc kirin lê bêencam man. Divê lêpirsînên bibandor bên destpêkirin.”
Tedawiya dayika Aklîme Hanas a di qezaya trafîkê de bi giranî birîndar bûbû, didome.
Ji ciwanê bi navê Husamettîn Yargatekîn 6 roj in tu agahî nayê girtin. Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Yargatekîn hatine destpêkirin didomin.
Polîsan di bin çavan de îşkence li binçavkiriyan kirin û strana “Olurum Turkiyem” bi awan dan guhdarîkirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Ahmet Şîray, anî ziman ku dê derbarê polîsan de serlêdana sûc bikin.
Endama Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê Arzu Fîlîz Gungor bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û got: “Li dijî sansur, qedexe û qeyûman em banga bihevrebûn û piştevaniyê dikin.”
Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û Îhsan Çaralan ji ber nûçeyên parve kirin bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kirine” dihatin darizandin. Doza Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin.
Di doza Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin de biryara beraetê hate dayin.
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser çareseriya pirsgirêka kurd û wiha got: “Li şûna domandina tecrîdê, guh bidin bang û peyamên Abdullah Ocalan.”