ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
- rojane
- 14:25 11/10/2024
ÎHD’ê da zanîn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji sala 2021’ê heta niha herî kêm tehliyeya 501 girtiyan asteng kirine û xwest ev lijneye were girtin.
ÎHD’ê da zanîn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji sala 2021’ê heta niha herî kêm tehliyeya 501 girtiyan asteng kirine û xwest ev lijneye were girtin.
Lêpirsîna der barê Muhammed Orhan ê li Wanê bû remza berxwedana şaredariyê, bi neşopandinê bi encam bû.
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku niha girtî ye, di danişîna ewil a doza xwe de axivî û wiha got: “Di axaftinên min de tu tiştekî derqanûnî tune ye. Dema mijara behsa xeberê dibe DEM Partî her tişt diguhere.”
Hate diyarkirin ku li Dîlokê komeke ku cerdevan jî di nav de êrişî karkerên amedî yên ku destûr nedane li înşaetê dizî bê kirin, kirine. Hate zanîn ku di êrişa muxtarê taxê organîze kir de 3 jê giran 8 karker birîndar bûne.
DFG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Serhildan Andan da û xwest tavilê were berdan.
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan têkildarî agahînegirtina ji Îmraliyê serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê da û xwest ku komîsyon bikeve nava hewldanên dawîanîna mevzuata dijî hiqûqê.
Rojnameger Mûrat Verîm ku li Kerboranê hatibû girtin, sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hate kirin.
Girtiyê nexweş Onur Yilmaz ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Bucayê tê ragirtin, ji ber ku daxwaza wî ya tedawiyê nehate bicihanîn, 40 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Berdevkê Rêxistinkirinê yê DEM Partiya Stenbolê Tûran Kizilkaya diyar kir ku ji mitînga “azadiyê” ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin re amade ne û got: “Em ê bi girseyeke zêdetirî hezaran kesan di 12’ê cotmehê de bikevin rê.”
Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku cezakirina miwekîlê wî Selçûk Mizrakli ne bi delîlên şênber hatiye kirin û got: “Dadgehê, helwesta siyasî ya Selçûk Mizrakli ceza kir.”
Di serdegirtinên malan ên li Amedê de rêveberê DFG’ê Serhildan Andan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Di danişîna doza GOÇÎZDER’ê de raporên lêkolînkirina materyalan hate xwestin û danişîn taloqî 25’ê kanûnê hate kirin.
Malbat û wasiyê Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzer Eda Onal ku muwekîlê wê Abdulkadîr Kuday li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku divê cihêkariya di qanûna înfazê de bê rakirin û girtiyên nexweş ên rewşa wan giran tavilê bên berdan.
Rojnameger Azîz Koylûoglû, diyar kir ku hilbijartinên li Herêma Kurdistanê bên kirin dê siyaseta pêşerojê ya herêmê diyar bike û got: "Li herêmê du xet hene, yek YNK'ê ya ku bi welatparêziyê derdikeve pêş, ya din jî PDK'e ya ku bi xiyanetê derdikeve pêş. Gel dê welatparêziyê hilbijerê an xiyanetê hilbijêre dê diyar bibe.”