Meclisa Şêxmesûd û Eşrefiyê bang li gel kir: Guh nedin îdiayan
- rojane
- 19:32 06/12/2024
Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku hin aliyên girêdayî dewleta tirk bi îdiayên nerast hewl didin ku taxê ji niştecihên wan vala bikin û bêyî garantiya navneteweyî berê wan bidin Efrînê. Meclisê bang li şêniyan kir ku bi van îdiayan neyên xapandin.
