Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa da
- rojane
- 11:28 06/12/2024
Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa xwe da û ji bo her 4 bersûcan cezayê muebbeta girankirî xwest.
Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa xwe da û ji bo her 4 bersûcan cezayê muebbeta girankirî xwest.
Li herêma gundên Tilorana Jêr û Tilorana Jor ên Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Bi hincetên “Fikrên wî û yên Abdullah Ocalan wekhev in” û “poşman nîne” tehliyeya Adnan Çelebî ê 30 sal in girtî ye, hate taloqkirin.
Ji serê sibehê ve li Amedê mijeke zêde heye û bajar di nava mijê de winda bûye.
Abdullah Adlî, Baver Coşkun û Berdan Kurt ku li Girtîgeha Marmarayê tên ragirtin, dan zanîn ku hem li emniyetê hem jî li girtîgehê rastî “lêgerîna tazî” û tundiyê hatine.
Aktîvîsta mafên mirovan û parêzer Margaret Owen êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke “qirkirin” nirxand û wiha got: “Li hemberî gefa li ser hebûna Rêveberiya Xweser divê hemû dinya bikeve nava hewldanê.”
Rojnameger Yehya Elo ku li Minbicê di eniya şer de geşedanan dişopîne anî ziman ku komên paramîlîter bi rojan e êrişî Minbicê dikin lê gavekê jî pêş neketine û wiha got: " Gelên Minbicê li derdora Meclisa Leşkerî ya Minbicê kom bûne. Minbic, 8 sal bere ji tarîtiyê hat rizgarkirin û careke din teslîmî tarîtiyê nabe."
Siyasetmedar Salih Muslim diyar kir ku komên paramîlîter nikarin li Minbicê bi pêş ve biçin û got: “Hêzên me li wir têra xwe hene. Dikarin xwe biparêzin. Li dijî êrişan em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin."
Di bombebarankirina gundên li rojavayê Minbicê de 2 xwişk û bira hatin qetilkirin.
34 partî û tevgerên sûriyeyî li dijî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter banga xurtkirina eniya navxweyî li gelê herêmê kirin.
Bajarê Hamayê ji aliyê hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ve hate dagirkirin. Artêşa Sûriyeyê ragihand ku ji bo parastina sivîlan xwe vekişandine başûrê bajêr.
Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter êrişên xwe yên li ser Minbicê zêde kirin. Mal tên talankirin û şewitandin. Di êrişan de jinek hate qetilkirin û 2 jî birîndar bûn.
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê di daxuyaniya girseyî û meşê de axivîn û gotin ku gelê Wanê dê li dijî polîtîkaya talankirina saziyan a îktîdarê û xwedî li rûmet û heysiyeta xwe derkeve û berxwedana xwe bidomîne.
HSD’ê ragihand ku wesayîtên 15 hezar welatî ji Şehbayê vediguhestin ji hêla komên paramîlîter ve hatine dorpêçkirin û gelek jê hatine revandin.