Stranên nijadperest bi kesên ji ber 'govendê' hatin girtin dane guhdarkirin
- rojane
- 09:37 09/8/2024
Serokê ÎHD a Amedê Ercan Yilmaz ku serdana Girtîgeha Tîpa M a Êlihê kir, diyar kir ku kesên li Êlihê bi hinceta govendgerandinê hatine girtin heta wan birine girtîgehê muzîkên nijadperest bi wan dane guhdarkirin û bal kişand ser tenduristiya dayikên girtî.