Hevşaredara Colemêrgê: Roj roja rabûna li ber qeyûman e
- rojane
- 12:18 04/6/2024
Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçeyê wiha got: “Roj roja rabûna li ber qeyûman û nasnekirina feraseta wan a talankar e.”
Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçeyê wiha got: “Roj roja rabûna li ber qeyûman û nasnekirina feraseta wan a talankar e.”
Walî Alî Çelîk cara duyemîn e wek qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê tê kirin. Qeyûm ji bo xebata hilbijartina namzetê AKP’ê 29 milyon û 939 hezar lîre xerc kiribû û şaredariyê jî bi 315 milyon û 705 lîreyê di bin deyn de hiştibû.
Yekitiya Weşangerên Kurd a bi daxuyaniyekê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê da wiha got: “Divê dewlet demildest vê biryara şaş bi paş ve vekişîne.”
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 39 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Duh li Wanê di çalakiya protestokirina qeyûm de 5 kes hatibûn binçavkirin û her 5 welatî hatin berdan.
Li Taxa Hasan Arpa ya navçeya Kocasînan a Kayseriyê balafira pewerdeyê ket û 2 pîlot mirin.
Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso têkildarî hilbijartinên herêmî yên 11’ê hezîranê got ku ew biryara hilbijartinê li gorî qanûnên xwe girtine û wiha axivî: “Em ji vir bang li hemû gelên xwe dikin; biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.”
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê di binçavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî û got ew hemû kesê li dijî qeyûm li ber xwe didin silav dike.
Îmzevanên Banga Aştiyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan û gotin ku divê di serî de CHP, hemû hêzên demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûm xwedî helwestekî zelal bin.
Girtiya bi navê Sariye Taşkesen diyar kir ku mafên destûra bingehîn li dîwarên Îmraliyê dikevin û dirijin behrê û wiha got: “Armanca me ew e ku di têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan de bibin dilopek. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê nebin şirîkên vê yekê.”
Hevşaredara Amedê Serra Bucak û parlamenter Onûr Duşunmez ên li Colemêrgê di nobeda li dijî desteserkirina şaredariyê de ne gotin: “Desthilatdarî çawa di 31’ê Adarê li Colemêrgê têk çû, em ê li dijî qeyûm jî heman berxwedanê nîşan bidin.”
Cenazeyê zaroka ku dihat îdiakirin li navçeya Cizîrê ketiye Çemê Dîcleyê, li bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate dîtin.
Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê diyar kir ku divê hevşaredarê Colemêrgê li wezîfeya xwe bê vegerandin û got: “Bingeha demokrasiyê ew e ku rêz ji mafê bijartin û hilbijartinê re bê girtin.”
Ji rêveberên OHD'ê Nagehan Avçîlê diyar kir ku ji baroyan xwestine ku der barê tecrîda Îmraliyê de serî li Wezareta Dadê bidin û got: "Wê tecrîd tim di rojeva me de be."
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, 191 roj in li ber xwe didin.