Di doza îşkenceya li Licê de li her polîsekî 8 sal ceza hat birîn
- rojane
- 13:32 05/6/2024
Di danişîna doza zarokê 14 salî Y.D. ku îşkence lê hatibû kirin de dadgehê li her polîsekî bersûc 8 sal cezayê hepsê birî.
Di danişîna doza zarokê 14 salî Y.D. ku îşkence lê hatibû kirin de dadgehê li her polîsekî bersûc 8 sal cezayê hepsê birî.
Hevşaredarên Curnê Reş Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş ên DEM Partiyî ku mazbatayên xwe wergirtin, anîn ziman ku serkeftina hilbijartinê diyarî kesên li Colemêrgê li ber xwe didin dikin.
Nivîskar û ramangerên îslamî nerazîbûn nîşanî îdianameya Huda Kaya dan û ji bo berdana wê kampanya îmzeyan dan destpêkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwaza welatiyan di navbera taxa Ferît Koşk û Deriyê Çiyê de dest bi xizmetên bêpere yên otobusê kir.
Derket holê ku şahidê nepen "Oyun Bozan" îfadeyên ku dane, kirine hinceta tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê. Şahidê veşarî ango nepen bi navê "Oyun Bozan" di sala 2012'an de nameyek nivîsandiye û di nameya xwe de gotiye îfadeyên wî yên der barê siyasetmedaran de îmze kiriye, hemû îfade ji aliyê polîsan ve hatiye amadekirin.
Gelek nûnerên partiyên siyasî li dijî tayînkirina qeyûm ji bo piştevaniya bi colemêrgiyan re hatin bajêr. Siyasetmedaran peyama “Heke bi hev re tevbigerin em dikarin vê çarenûsê biguherînin” da.
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş di danişînê de parastina xwe kir û got: “Ez li pey her kirinên xwe me. Di warê siyasî tişta ku ket ser milê min, min pêk anî. Ez li hemberî we bi awayekî serbilind disekinim.”
Edliyeya Colemêrgê ya ku wê danişîna doza Hevşaredarê Colemêrgê Siddik Akiş lê bê lildarxistin, ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana li dijî tayînkirina qeyûm diçin Colemêrgê.
Parêzer Şevîn Kaya diyar kir ku li pey komkujiya 5’ê Hezîranê ya DAIŞ’ê li Amedê pêk anî organîzasyonek hebû û got: “Me gelek caran bal kişand ser berpirsiyariya wezîfedarên cemaweriyê. Ji bo komkujî ronî bibe wê têkoşîna me bidome.”
Hevseroka Şaxa OHD’a Enqereyê Çîgdem Kozan da zanîn ku li cîhanê tu girtîgehên ku parêzer nikarin bikevinê nînin, yekane mînaka vê Girtîgeha Îmraliyê ye û anî ziman ku divê li dijî tecrîda li Îmraliyê hemû beş dengê xwe derxînin.
Li Mêrdînê duh 10 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Parlamenterê DEM Partiyê Oemr Ocalan diyar kir ku tevgera siyaseta kurd piştî 45 salan dîsa şarederiyê bi dest xistiye û got: “Şitlê ku 45 sal berê hatibû çandin, di 2’yê hezîranê de dîsa şîn bû.”
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, 192 roj in li ber xwe didin.
Mûsa Pîroglûyê ji DEM Partiyê, li dijî qeyûman îşaret bi bilindkirina têkoşîna civakî kir û Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak jî bi lêv kir ku divê CHP li hemberî polîtîkayên desthilatê bêdeng nemîne.