Pêşnûmeya butçe pêşkêşî Meclîsê hat kirin
- polîtîka
- 10:09 18/10/2018
Pêşnûmeya butçeya 2019’an pêşkêşî Meclîsê hat kirin. Li bendêye pêşnûme di 23’yê Cotmehê de bê Komîsyona Butçe ya Planê.
Pêşnûmeya butçeya 2019’an pêşkêşî Meclîsê hat kirin. Li bendêye pêşnûme di 23’yê Cotmehê de bê Komîsyona Butçe ya Planê.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di gera xwe ya Bedlisê de bal kişand ser bêhiqûqiyên li welat pêş dikeve û ji her kesî xwest li dijî vê bêhiqûqiya pêş dikeve dengê xwe bilind bikin û got: "Ez bang li hemû kesên xwedî wîcdan dikim. Dengê xwe bilind bikin. Îtîraz bikin. Em dê bi namzetên xwe yên îtîfaqa gel van qeyûman paqij bikin û bavêjin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe de geşedanên hefteyê nirxandin. Buldan, diyar kir ku AKP ji ber ji HDP'ê ditirse ew qas êrîşan pêk tîne û wiha got: "Îktîdara AKP'ê li hundir dîlgirtin û tecrîdê pêş dixe, li derve jî şer pêş dixe. Ji ber ku têk çûye bi polîs û eskerên xwe bi HDP'ê re şer dike. Ger ku hêza wê hebe bila bi siyasetê bi mere şer bike. Ji ber ku Birêz Ocalan ji bo yekitiay gelan têdikoşe niha tecrîd didome. Divê teqez em vê tecrîdê bişkinin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, beşdarî kongreya HDP'ê ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bû û diyar kir ku wan bi çerebe û tecrûbeyên xwe yên dîrokê HDP ava kiriye û wiha got: "Yê me bi hêz dike têkoşîna me ye. Yê têkoşîna me jî bi hêz dike bawerî û fikra me ye. Yê ku ev fikr û vîna siyasî pêş xist jî Brêz Ocalan e. Silav ji Birêz Ocalan re. Ev fikr tu carî nayên tecrîdkirin."
Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, derbarê rojevên heyî de nirxandin kir û got: “AKP’ê bi operasyonên binçavkirinê yên li dijî rojnameger û siyasetmedaran starta hilbijartina herêmî da. Bila vê baş zanibin dawiya tirsê tuneye. Teqez divê hilbijartinê de dê HDP bi ser bikeve.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di kongreya rêxistina xwe ya Rihayê de axivî û got: “Heta ev tecrîd bi dawî bibe û Birêz Ocalan azad bibe wê ev têkoşîn dewam bike.”
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk di kongreya SYKP'ê de axivî û got: "Bi tecrîdkirina Ocalan şer bêtir kûr bû. Lê çi dibe bila bibe dê dawiya wê muhteşem be. Siyasetmedar Fîgen Yuksekdag jî ji girtîgehê peyam şand û got: "Her çend Faşizm me dîl bigire jî vîna me neşikand û nikare bişkîne."
Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Ahmet Kaya di kongreya partiya xwe de axivî û got: “Peywîra me ya sereke ew e em faşîzmê beralî bikin”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, bal kişand ser berdana rahîb Brunson ê DYA’yî yê hat berdan û got: “Di encam ferman û bazara şerê Sûriyeyê de Brunson hat berdan. Tirkiyeyê tim tawîz dan û tim rûmeta xwe winda kir.”
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen têkildarî berdana keşeyê Amerîkî Brunson got: “Ravekirina vê taboyê nîne.”
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, qedexeyên li gundên Lîcê berdewam dike rexne kir û wiha got: “Hikûmetê dorpêç ji bo xwe kirine siyaseta giştî û mayinde." Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî bertek nîşanî operasyon û dorpêça li herêmê da û destnîşan kir ku gel dê di hilbijartinên herêmî de bersîvê bide van politîkayên ewlehiyê.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Lîcê axivî û got: “Operasyonên pêk tên, kampanyeya hilbijartinê yên AKP’ê ne. Ji sala 1925’an û vir ve li Lîcê sûc tê kirin.”
Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, bertek nîşanî operasyonên li dijî HDP'ê dan û diyar kir ku operasyonên duh bi cemaatê re dikir, îro bi MHP'ê re pêk tînin û wiha got: "Kesên duh digotin 'me ji cemaatê bawer kir em hatin xapandin' dê sibê bêjin ‘Me ji MHP’ê bawer kir û em hatin xapandin'. "
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevberdevka HDK'e Gulîstan Kiliç Koçyîgît û parlamenterên HDP'ê çûn Lîcê ku gunde wê hefteyekî hatibûn qedexekirin.
Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, bertek nîşanî operasyonên siyasi yên li Amedê pêk hat dan û diyar kir ku kurd dê di sindoqê de bersîvê bide van operasyonên dijhiqûqî. Endamê Meclîsa CHP'ê Erdal Aksunger jî anî ziman ku ji niha de polîtîkayên rizandinê yên li hemberî hilbijartina rêveberiyên herêmî pêş dixin.