Li hemberî rejîma 'yekzilamî' pêşniyaza 'xeta têkoşînê'
- polîtîka
- 09:07 05/8/2018
Endama MYK'ê ya HDP'ê Zubeyde Zumrut, destnîşan kir ku feraseta tekparêz, nîjadperest û zayendîparêz ya bi Pergala Hikûmetê ya Serokomariyê re tê avakirin welat ber bi xetereyê ve dibe. Zumrut, diyar kir ku li hemberî vê yekê divê pêşî komên jinan ên partiyên muxalif ên di parlementoyê de mil bidin milê hevdu û bitêkoşin.
