Namzetê HDP’ê dê piştî 30’ê nîsanê zelal bibe
- polîtîka
- 15:50 23/4/2018
HDP biryar girt ku di her du tûrên hilbijartina zordest de bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Di encama nîqaşan de yê ku navê wî herî zêde derdikeve pêş Selahattîn Demîrtaş e. Piştî di 30’ê nîsanê de li Silîvrî danişîna Demîrtaş bê dîtin dê HDP jî li gorî vê yekê navê namzetê xwe zelal bike.