Buldan: Li Efrînê zarok tên qetilkirin
- polîtîka
- 20:30 17/3/2018
Li Hannoverê bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ Newroz hate pîrozkirin. Kurd û dostên wan ên ji gelemperiya Elmanyayê berê xwe dan Hannoverê, Newroz bi coş pîroz kirin. Di mîtinga Newrozê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku ew ji bo aştiyê têdikoşin û heta yek kes jî hebin dê tekoşîna xwe berdewam bikin. Buldan, destnîşan kir ku li Efrînê zarok û sivîl tên qetilkirin û ji Almanya xwest nebe şirîkê komkujiyê.