Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, di konferansa jinan a Rêveberên Herêmî de, diyar kir ku Tirkiye ji ber êrîşa li ser Efrinê de di Dadgehên Ceza yên Navneteweyî de bê darizandin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ku girtî tê darizandin jî peyam şand û diyar kir ku Efrîn ne tenê Efrîn e û wiha got: "Îro dilê gelê me li her dera cîhanê ji bo Efrînê hildibe. Her der îro Efrîn e." Cîgira hevseroka Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemir jî diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê bi tecrîda li ser Îmraliyê dest pê kiriye.