Kemalbay: Tecrîd şer geş dike
- polîtîka
- 14:14 24/10/2017
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, di civîna Koma HDP'ê de axivî û bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Kemalbay, anî ziman ku Tirkiye bi rewşa nediyar a Ocalan di nava talûkeyekê de ye û wiha got: "Ev propagana tarî ya li ser Ocalan Tirkiye dixe nava şerekî kûr."