Herî zêde DEM partiyê pêşnûme dane Meclisê
- polîtîka
- 10:33 26/12/2023
Bersiva pêşnûmeya Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cupolo hate dayîn û hat gotin ku di serdema 28’an a qanûndanînê de heta niha 6 hezar û 789 pêşnûmepirs pêşkeşî Meclisê hatine kirin. Bi 2 hezar û 652 pêşnûmeyan herî zêde DEM Partiyê pêşnûme dane Meclisê. Ji bilî 33 pêşniyarqanûnên AKP’ê, teklîfên tu partiyan nehatine qebûlkirin.