Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
- polîtîka
- 12:57 29/11/2022
Meclisa HDP’ê bi rojevên tecrîda li Îmraliyê, êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hilbijartinê, dê ji bo diyarkirina xeta têkoşîna polîtîkaya xwe sibê bicive.
Meclisa HDP’ê bi rojevên tecrîda li Îmraliyê, êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hilbijartinê, dê ji bo diyarkirina xeta têkoşîna polîtîkaya xwe sibê bicive.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku AKP hewl dide xwe bi siyaseta şer li ser piyan bihêle û wiha got: “Ji ber vê yekê pêdivî bi hevdîtina bi birêz Ocalan re û bi dengê wî re heye.”
HDP’ê bi boneya 7’emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê Berê Tahir Elçî, peyamek parve kir û got: “Em ji bîr nakin û nedin jibîrkirin.”
Serokên giştî yên partiyên kurd bertek nîşanî êrişên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federa ya Kurdistanê dan û anîn ziman ku yekitiya neteweyî ji duh lezgîntir e.
Wezîrê Parastinê Hulusî Akar bi gotinên “Ji bo parastina jiyana mirovan hatin bikaranîn” li xwe mikûr hat ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar anîne.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di Koma Jinan a Parlamentoyê de axivî û wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê starta kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin. Ez bi vekirî ji desthilatdariyê re dibêjim ku ev lîstikên we dê bi ser nekevin.”
Wezîrê Parastinê Hulusî Akar têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê gotinên her carê dubare kir û got: “Di envnatera me de çekên kîmyewî tune ne.”
Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê destnîşan kirin ku deshilata AKP’ê û MHP’ê ji bo temenê xwe dirêj bike polîtîkayên şer jinûve xistin meriyete û dan zanîn ku ji bo li dijî şer aştî, ji bo azadî û demokrasiyê wê di 3’yê mijdarê de li Îzmîrê civîna gel li dar bixin.
Berdevka Demê ya TOP’Ê Juliana Gozen destnîşan kir ku ji bo îktidar faşîzma xwe sazûmankar bike gavên bil ez diavêje û bi vî awayî ket pêvajoya hilbijartinê.
Hevberdevkê Komîsyona Zarokan ê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, ê têkildarî Roja Zarokan a Cîhanê axivî, wiha got: “Ji bo hemû zarok bi awayekî azad û adil bijîn em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Serokkomarê AKP’î Erdogan, gefa êrişa bejahî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar ku artêşa tirk ev sê roj in bombebaran dike.
MYK’a HDP’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku desthilatdarî bi êrişên xwe yên hewayî hewl dide temenê xwe dirêj bike û da zanîn ku dê sibe bi awayekî lezgîn bicivin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di kongreya partiya xwe ya bajarê Agiriyê de axivî û diyar kir ku wê Tifaqa Ked û Azadiyê mezintir bibe û got: “Hûn ne bêalternatîfin, HDP heye.”
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu têkildarî teqîna li Stenbolê îcar jî daxuyaniyeke cuda da. Soylu vêcarê jî îdia kir ku Ahlam Albashir ji Minbicê hatiye.
Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku tekane rêya çareserkirina pirsgirêkên mezin ên Tirkiyeyê Tifaqa Ked û Azadiyê ye û wiha got: “Hemû kes neçare bê ber deriyê HDP’ê. Ji ber ku em xwedî roleke diyarker in.”