ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
- rojane
- 09:00 22/3
Serokê Baroya Stenbolê İbrahim Kaboglû û endamên lijneya rêvebir ji peywirê hatin girtin.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek navendan Cejna Newroz pîroz kirin û ev peyam dan: “Azadiya gelan girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em ji vir hezaran silavan ji Îmraliyê re dişînin.”
Pîrozbahiya Newroza Amedê ku bi beşdariya sed hezaran dest pê kir, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku divê pêvajo ji hêla Abdullah Ocalan ve bê birêvebirin û anî ziman ku ji bo kongreya xwe li dar bixin divê êriş bên sekinandin.
Rêxistina Bajêr a Îzmîrê ya DEM Partiyê ji bo banga tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê ya ku wê sibe li Qada Gundogdûyê bê lidarxistin banga tevlêbûnê kir û belavok belav kir.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza Amedê de axivî û got: “Hewceyî bi mewzûata nû heye. Pêdivî bi azadiya birêz Ocalan heye.”
Amadekariyên pîrozbahiya Newroza Enqereyê ku dê di 23’yê Adarê de li Parka Anitê bê lidarxistin, temam bûn.
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di Newroza Amedê de axivî polîtîkayên hikûmetê rexne kir û wiha got: “Hûn nikarin li hemberî herikîna avê avjeniyê bikin, siyaseta şaş nagihîne cihê rast.”
Îfadeya Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir.
Cezayê hefsê dan rojnameger Îsmaîl Saymaz ku bi îdiaya “alîkarî daye hewldana tunekirina hikûmetê” hatibû biçavkirin.
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Newroza Amedê peyam şand û got: “Ji bo aştiyê çi ji me were xwestin, em amade ne ku pêk bînin.”
Serokê YNK’ê Bafil Celal Talabanî ji bo Newroza Amedê peyam şand û got: “Ji bo aştiyeke mayinde em bi destên hev bigirin û ji bo serkeftina Kurdistanê bixebitin.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ji bo Newroza Amedê peyam şand û got: “Em ê Tirkiyeyeke ku hemû kes li ser bingeha hemwelatiya wekhev dijî bi hev re ava bikin.”
Zekiye Alkan ku li dijî qedexe û zextên li ser gelê Kurd di Newroza 1990’î de li Îzmîrê bedena xwe şewitandibû, li ser gora xwe hate bibîranîn.