Turk-Îşê jî piştgirî da operasyona OSO
- aborî-ked
- 15:52 01/5/2018
Turk-Îş, 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê, bi armanca piştgiriyê bidin operasyona TSK û OSO ya li dijî gelê Efrînê pêk anî li Hatayê mîtîng pêk anî.
Turk-Îş, 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê, bi armanca piştgiriyê bidin operasyona TSK û OSO ya li dijî gelê Efrînê pêk anî li Hatayê mîtîng pêk anî.
Komek xwest ji Beşîktaşê derkevin Qada Taksîmê 1’ê Gulanê pîroz bikin, rastî mudaxeleya polîsan hatin. Polîsan 20 kes binçav kirin.
Qada Taksimê ku ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li karkeran hat qedexekirin, ji bo Hak -Îş û Sendikayê Xizmetkarên Saglikê serbest e.
Çîna karker û kedaran û rêxistinên ked û pîşeyî dê 75 Navendan kom bibin û 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz bike. KESK, DÎSK, TTB û TMMOB dê li Stenbol, Amed, Îzmir, Enqere û Edene jî mîtîngên girseyî pêk bîne.
Turîzmvanên Bodrûmê ku di bin şert û şirûtên Rewşa Awarte de dest bi serdema nû kirin, diyar kirin ku rezervasyonên tune ne û îsal jî tu hêviya wan tune ye. Otelvan Huseyîn Ozturk got: "Piştî şerê Efrînê û krîza hilbijartinê rezervasyon hatin betalkirin."
Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Stenbolê aşkere kir ku dê girseya 1’ê Gulanê encamên hilbijartinê jî bi bandor bike û banga beşdariya mitîngê kir.
Bernameyên bajaran ên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê diyar bûn. Bi sedhezaran kedkar dê sibe dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ser ziman.
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê, bi armanca tevlîbûna mîtînga 1’ê Gulanê belavok belav kirin.
Hêzên ked û demokrasiyê yên Dîlokê dê 1’ê Gulanê li Parka Kirkayak a navçeya Şahînbey pîroz bikin.
Li gorî daeneyên TUÎK’ê di meha adarê de bazirganiya derve ji sedî 28.8 zêde bû û derket 5 milyar û 855 milyon dolarî.
Agit Geyîk ê tevinkariya berikan ji bavê xwe fêr bû, ji zaroktiya xwe ve secadeyan çêdike. Geyîk, diyar kir ku ew kesek sosyalîste û got: “Ez êlekê xwe yê das û çakûç tu carî ji ser xwe naxim. Li vê derê patron tuneye û hemû kes li gorî hilberandina xwe qezenc dike.”
Dikandar û serfkarên difikirin ji ber krîza aborî biryara hilbijartina zordest hat dayîn, bawer dikin ku divê êdî hikûmet bê guhertin. Pazarvan Halît Ceylan, bal kişand ser zamên li ser hev hatin û got: “Kesên dibêjin krîz tuneye, pareyê wan hene.”
Berdevkê Komîsyona Kedê ya HDP’ê Ridvan Turan got, “Em hemû fikarên xwe danîn aliyekê û tenê serkeftinê bifikirin. Îro derfetên serkeftinê ji her demê zêdetire. Em ê vê serkeftinê li qadên 1’ê Gulanê û di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bibîn in.”
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Enqereyê amadekariyên mitînga 1'ê Gulanê bi dawî kir. Seroka Komîteya Amadekar Sultan Saygili, diyar kir ku ew di bin qedexeyên OHAL'ê û zextên hilbijartina zordest mîtînga xwe pêk tînin û wiha got: "Gelê Enqere û karker ji 1'ê Gulanê re amade ye."
Seracettîn Tunç yê ji ber endamê sendîkayê bû, 10 roj berî 1’ê Gulanê ji kar hat avêtin, li ber fabriqeyê dest bi çalakiya rûniştinê kiriye. Tunç, diyar kir ku dê di 1’ê Gulanê de biherikin qadan û got: “Hemû karkerên li Tirkiyeyê divê 1’ê Gulanê veguherînin qadên berxwedanê.”